Li Rojava Kurd bi jenosîdê re rû bi rû ne
Li Rojava Kurd bi jenosîdê re rû bi rû ne
Li Rojava Kurd bi jenosîdê re rû bi rû ne
'Bihara Ereban' a ku bi serhildana gelê Tûnisê destpê kir, li Misir û Lîbya belav bû, li Sûriyê xetimî. Gelek aliyan li gorî xwe ji rejîma Baas re demek dabûn diyarkirin û li gorî wan di demek nêz de dê rejîma Beşar Esad ku deshilatdarî ji bavê xwe wergirtibû, biruxiya. Lê ev pêşdîtin rast piştrast nebûn. Sedemên ku rejîma Sûriye ewqas li ber xwe da û xwe li ser piyan girt çibû? Dîsa pevçûnên li Sûriyê, rewşa Kurdan, komkujiyên li Kurdan tên kirin, hovîtiya komên radîkal ên bi navê Îslamî li dijî Kurdan dikin, ji aliyê Zanyarê Dîrokê yê Beşa Ereb û Îslamê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a Moskowayê Borîs Vasîlyevîç Dolgov ve hat nirxandin.
Dolgov ji ANF'ê re rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand û beriya wê bal kişand ser şert û mercên derketina 'Bihara Ereb'. Dolgov got, "Aloziya ku li Tûnis û Misirê destpêkir û bi hilweşandina rejîmên dîktatorî bi dawî bû, bêgûman sedema wan serhildana faktorên hindurîn bûn. Sîstemek ya van rejîma hebû ku jêla gel ve nedihat qebûlkirin. Mînak bertil, dizî û hwd. Gelek tişt ji hêla gel ve nedihat qebûlkirin ev yek jî dibû sedem ku gel nerehet be. Her wiha pirsgirêka bêkariyê di warê aborî de civak tengav dikir ev yek jî dibû sedema ku civak teng bibe û nerehet be. Balyozê Misirê yê ku niha li Moskowayê ye di daxuyaniyek xwe de got ku ‘ji %40’ê gelê Misirê rojê hatiniya wan 2 dolare û bi vî pereyî debara xwe dikin’ bêgûman li gor Husnî Mûbarek ê ku xwedî milyon dolar, ev pereyekî pir bêqiymete. Ev newekheviya ku di navbera civak û serdestan de bû sedema nakokiyên mezin. Bê gûman ev nakokî jî rê li ber serhildana gel vekir.”
REWŞA SÛRIYÊ JI REWŞA DEWLETÊN DIN ÊN EREB CÛDATIR E
Zanyar Dolgov da xuyakirin ku rewşa Sûriyê ji rewşa welatên din ên Ereb cûdatir e û weha pê de çû: “Bêgûman rewşa Sûriyê ji Misir û Tûnisê cûdatire, ji ber ku pisgirêkên gelê Sûriyê û nakokiyên gel dijîn ji van herdu dewletên din cûdatire. Pirsgirêkên Sûriyê yê demokrasiyê, azadiya raman, bertîl xwarin hebûn her wiha ev pirsgirêk di gelek dewletên de hene. Lê ne di asteke gel temamî rabe ser piya û li hember rejîmê serhildana bike deye. Bi du gotinan rewşa Sûrî ji rewşa dewletên din ê Ereb cûdatire.”
JI SALÊN 80'YÎ VE RÊXISTINA BIRATIYA MISLIMAN DIXWAZE REJÎMA BAASÊ TÊ BIBE
Di nirxandinê xwe de zanyar dide diyar kirin ku tevgera biratiya misliman ji salê 80’ê ve ji bo rûxandina rejîma Baas dixebite û dibêje: “Li Sûriyê serhildanek heye û di vê serhildanê de beşekî civakê cihê xwe têde digre. Gelê ku beşdarî vê serhildanê dibe kî ye? Ew gelê ku di asta feqîriyê de dijî yê ku rastî neheqiyê hatiye û di nav van de jî yên ku xwedî ramana Îslama radîkal hene. Bi vê ve girêdayî tevgera biratiya misliman jî di vê serhildanê de cihê xwe digire. Hîn di salê 80’ê de wan li hember rejîmê serî rakirin. Bi taybetî li bajarê Humus serî hildan, lê ew serhildanên wan ji hêla dewletê ve dihat tepisandin. Di vê demê de tevgera biratiya misliman dema ku dîtin li dewletên Eraban serhildanên gel pêş dikeve û rejim tên rûxandin, wan jî li hember dewleta Sûriyê dest bi serhildanê kirin. Bi xetê qalin ez dixwazim bêjim ku di Sûriyê de ti pirsgirêken ku bibe sedema xwînrijandine tinebû. Sedemên pirsgirêkên ku niha li Sûriyê tên jiyîn, bi destê deweletên derve tê rêvebirin. Min berê jî di vê der barê de gelek nivîsandin dinivîsand û wê demê jî min digot ev hemû listikên welatên bendava Fars û hin dewletên Ereb û Rojava ne. Niha her kes dixwaze tiştekî bidest bixe û li heremê pozisyona xwe xurt bike û bi vê ve girêdayî dixwazin pirsgirêkên xwe yê global çareser bikin. Mînak ger Sûriye ji holê bê rakirin û yekîtiya wê ya bi Îranê re bê betalkirin wê demê dê bikaribin li Libnanê hemberî Hîzbûlahê derkevin. Bi vî rengî dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin û planên xwe pêk bînin”
HÊZÊN NAVNETEWÎ MÎNA BERÊ PIŞTGIRIYÊ NADIN MÛXALEFETA LI SÛRIYÊ
Dolgov da xuyakirin ku mûxalefeta Sûriyê mîna berê ji hêzên herêmê û navnetewî zêde piştgiriyê nabîne û weha axaftina xwe berdewam kir:
“Siyaseta Beşar Esad dide meşandin serketiye. Komên çete bi El Qaîde re girêdayîne her wiha hêzên navnetewî jî ev yek qebûl kirin. Mînak wezîrêk karê derve yê Emerîqayê bi xwe da diyarkirin ku li Sûriyê El Qaîde di nav rafên komên muxalîf de cihê xwe digre. Rewşa navnetewî dest dide ku Sûriye ji vê krîzê derkeve. Tê zanîn ku serok Komarê Misirê Nursî pişgirî dida hêzên muxalîf ên Sûriyê lê Serokê niha yê Misirê ji hêzên muxalif xwestiye ku ofîsa xwe ya navendî ji Kahîrê derxînin ev yek jî tê wateya ku êdî Misir pişgiriyê nade hêzê muxalîfên Sûriye. Her wiha ketina endamê îslama radîkal ya Misrê jî ji hêla rêvebiriya Misirê ve hatiye qedexekirin. Siûdî Erebîstanê pişgirî da rêvebiriya nû ya Misirê bi vî rengî xwe ji hêzên muxalif yê Sûriyê durxist. Tê zanîn ku Siûdî Erebîstanê alikariyek mezin dida hêzên muxalif lê niha vê alikariyê nade. Rewşa li Sûriyê niha çêbûye dest dide ku hêza muxalifet dev ji çeka berde û bi rejîmê re li ser masaya mûzakereyan li hev rûnên. Pêwîste ji bo çareseriyê rêya diyalogê bê bikaranîn. Di vê der barê de dewleta Rûsyayê jî gelek caran daxuyaniyên di vî milî de kirin. “
LI ROJAVA KURD BI JENOSÎDÊ RE RÛ BI RÛ NE
Zanyarê Enstîtutuya Rojhilata Navîn a Moskowayê Dolgov der heqê êrîşên komên radîkal ên îslamî li dijî Rojavayê Kurdistanê de destnîşan kir ku gelê Kurd bi jenosîdekê re rû bi rûye û ji raya giştî ya navnetewî xwest ku li hemberî vê bêden nemîn.
Dolgov got, “Pirsgirêka Kurd yek ji wan pirsgirêkên binghîn ên Sûriyê ye. Komkujiyên ku di demên dawî de li herêmên Kurdan bi destê komên radîkal ên îslamî tên kirin, mirov dikarin weke jenosîda Kurdan bi nav bikin. Pêwîste mirov vê wisa binirxînin. Divê di her astê de ev bi tundî bê şermezarkirin.Wek tê zanîn rayedarên welatê me, yekemîn welat bû ku komkujiya li dijî Kurdan bi awayekî tund şermezar kir û bangawazî li Neteweyên Yekbûyî kir. Divê welatên din jî komkujiya li dijî Kurdan şermezar bikin. Gelê Kurd wek her gelê cîhanê xwedî maf e ku li ser axa xwe bi azadî û serfirazî bijî û xwe biparêze. Dema Kurd daxwaza mafê xwe dikin heya dawî mafdarin û ev netiştekî mirov nîqaş bike jî. Daxwaza Kurdê Rojava ya xwe bixwe rêvebibin û xweseriya xwe ava bikin tiştekî pir asayiye û qanûniye. Ez di wê baweriyê deme ku rêvebiriya Sûriyê jî vê pirsgirêkê fam dike û di dema pêş de jî wê daxwaza gelê Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.”
DIXWAZIN DEWLETEKE ÎSLAMÎ YA RADÎKAL AVA BIKIN
Li ser daxwaza komên çete û hêzên muxalif jî Dolgov diyar kir ku ew dixwazin li heremê dewletek îslamî ya radîkal avabikin û got; “Jenosîda li hember Kurda pêk tê bi destê hêzên muxalif yê îslamê radîkal dibe. Armanca wan ewe ku dixwazin dewleten îslamî a radîkal avabikin. Vê daxwaza xwe jî gelek caran eşkere tînin ziman. Serjêkirina, şewitandin, tecawîzkirin û kuştina mirovên sivîl nayê qebûl kirin. Tiştê li hember Kurdan tê kirin ev e, ez dîsa dibêjim ev jenoside û divê ev yek ji hêla hêzê navnetewî ve jî wisa bê qebûlkirin.”
PIRSGIRÊK NE BI TENÊ PIRSGIRÊKA GELÊ ROJAVA YE
Di dawiya axaftina xwede Borîs Vasîlyevîç Dolgov eşkere kir ku pirsgirêka Kurdên Rojavayê Kurdistanê bandorê li hemû Kurdan dike. û destnîşan kir ku ji ber vê yekê bêyî Kurd mûxatab bê girtin, pirsgirêk çareser nabe. Dolgov wiha axaftina xwe bi dawî kir. “Pirsgirêka Kurdên Sûriyê nepirsgirêka Kurdê Sûriyê bi tenê ye. Ev pirsgirêk di warê têkilî û bi bandora xwe ya netewî ve li ser pirsgirêkên Kurdên Iraqê, Tirkiyê û Îranê jî heye. Ji ber vê yekê divê çaranûsa Kurdan were nirxandin çara jêre bê dîtin. Li gor min pirsgirêka mafê Kurdan divê di qada navnetewî de neyê nîqaşkirin yekser bê qebûlkirin. Ji ber ku kes nikare mafê xwezayî ya gelêkî bike mijara nîqaşê. Ev yek di qanûna mafê mirovan de û li gor belgeyê navnetewî wisa hatiye destnîşan kirin. Xwesteka Kurda ya xwe bixwe rêvebirinê û pir asayî ye. Pêwîste ev nebe sedemê şerê dinavbera Kurdan û hikumetê navendî. Ger şerekî bi vî awayî derkeve dê ne ji bo Kurda ne jî ji bo gelên din baş be. Lê avakirina xweseriyê û mafê xwe bixwe rêvebirin û organên rêvebiriyê avabikin mafekî xwezayîye û dema ev maf pêk were wê netenê kêrî gelê Kurd bêgûman wê kêrî tevayî sîstema Sûriyê were.”