Li Rojava malbateke şoreşger
Li Rojava malbateke şoreşger
Li Rojava malbateke şoreşger
Bi xwendina klasîkên cîhanê me hewl dan fêm bikin ka şoreş çawa pêk tên, kî çawa di şoreşan de cih digirin. Lê îro li Rojava şoreşeke welê tê jiyîn, ku wan hemû klasîkan li dû xwe dihêle.
Çend meh li dû Şoreşa 19'ê Tîrmehê ez hatim Rojava. Ji hingî û vir ve ez her roj li sedan, li hezaran li deh hezaran mirovan rast hatim ku heyecan û germahiya vê şoreşê her roj nû dikin.
Ji gundên Koçeran ên li ser Çemê Dîcleyê yê ji xeta Duhok-Zaxo'yê heta seriyê din gundê Hamam ê li ser sînorê Reyhanliyê, min ji gelek jiyan û bûyeran re şahidî kir, ku her yek ji wan dikarin bibin mijarek romanan.
Min li Rojava dilsoziya her malbatê bi şoreşê re dît, min dît ku bi can, mal û nirxên xwe yên herî giranbuha bi zarokên xwe şoreşê bê çawa diparêzin. Yek ji malbatên ku min dît û bandor li min kir malbata Beko bû, ku beriya hefteyekê ez lê rast hatim.
Min li Kampa Perwerdeya Ciwanan a Şoreşger a Şehîd Serhat bav Hesen Beko dît. Ji keça 20 salî ya li kêlekê rûniştibû -ku piştre hîn bûm keça wî ya herî biçûke- digot, "Dema te got, zorê bidê". Dema min jê pirsî zora çi bidê got, "Dixwaze beşdarî YPG'ê bibe. Hevalên wê dixwazin ew tev li karên ciwanan bibe. Lê bi ya min be wê beşdarî YPG'ê bibe. Ji ber ku di nava şert û mercên ewçend giran ên êrîşan de, ya ku me diparêze YPG ye."
DILAR, REWŞEN, ŞERWÎN Û AXÎN
Ji bo naskirina Hesen Beko pirsan dikim û hîn dibim ku tevahiya malbata wî jiyana xwe dane têkoşîna azadiyê.
Hesen Beko (53) û Eyşê Kamber Şêxo yên ji gundê Celemê yê nahiyeya Efrîn Şêrava, xwedî 7 zarokan e.
Ji bo keça xwe ya destpêkê Beko dibêje, "Me ew ji dest revand. Hînê me têkoşîna azadiyê nas nekir, ew zewicî û çû." Çima bi vî rengî dipeyive gelo? Dema zarokên din dibin mijara gotinê, em sedema vê baştir fêm dikin.
Keça wan a duyemîn Dilar di sala 1997'an de beşdarî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe, li dû wê keça wan a biçûk Rewşen. Hesen Elî Beko û hevsera wî Eyşê Hamber Şêxo par dibihîzin ku Rewşen di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest daye.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava û îlanbûna YPG'ê re keçên wan ên din Şerwîn û Axîn jî beşdarî YPG'ê dibin.
‘BARÊ DIKEVE SER MILÊ ME; PARASTINA ŞOREŞÊ YE’
Piştre jî Xunav tê û zarokê herî biçûk ê malbata Beko jî Bekîr ê 18 salî ye.
Dema min jê re got, "Di destê te de bi tenê Xunav û Bekîr mane" ji min re dibêje, "Çar aliyên me girtine û bê rawestan êrîşî me dikin. Di vê rewşê de rêyeke bi tenê li pêş mirovên xwedî hezkirina rûmet, ax û welat heye: Ew jî bi can, mal û zarokan re parastin ax û welat e! Di demeke ku ewçend êrîşên dijwar tê kirin de, eger mirov ji bilî vê li ser tiştekî din bifikirin li gorî min xiyanet e. Me şoreşeke bi vî rengî pêk anîn û niha jî li hemberî şoreşa me êrîş hene. Barê dikeve ser milê me jî parastina wê ye."
JI 7 XWIŞK Û BIRAYAN 6 JÊ LI REFÊN TÊKOŞÎNÊ NE
Dibêje, "Dema min bidîta ku Bekîr jî beşdar bûye, hingî minê bawer bikira ku min wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bicih aniye û çavên min dê li dû nemabûya. YPG hêzeke parastina gel e. Di nav de ji her temenî mirov hene. Û bi dîtina min dê Bekîr jî di demeke kurt de beşdar bibe."
Piştî vê axaftinê Xunav bi ya xwe kir; Di encama "zordayînê" de ew jî beşdarî refên YPG'ê bû. Hînê min dest bi vê nivîsê nekir, min bihîst ku Bekîr jî beşdarî refên YPG'ê bûye. Eyşê Kamber Şêxo û Hesen Elî Beko bi destê xwe Bekîr birine radestî şervanên YPG'ê kirine.
Ev nivîsa min, ne çîrokek ji pirtûkekê ye. Yek ji perçeyên têkoşîna germ a li Rojava ye. Li pêşberî pirtûka "Dayik" a Gorkî, bi tenê yek ji bi hezaran dê û bav, têkoşîna malbateke şoreşger e...