Li Rojava meclîsa eşîran hate avakirin

Li Rojava meclîsa eşîran hate avakirin

Eşîrên kurdan ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi armanca ku yekîtiya xwe ava bikin, pirsgirêkên civakî û çandî çareser bikin, her wiha di navbera kurd û neteweyên din de diyalogê pêş bixin, di bin çavdêriya Desteya Bilind de meclîsek ava kir.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî partî û rêxistinên siyasî, eşîrên kurdan jî ji bo avakirina yekîtiya netewî û çareserkirina pirsgirêkan pêngavek girîng avêtin. Di vê çarçoveyê de li ser banga Eşîra Deqorya û malbatên li bajarê Amudê, hemû eşîrên kurdan ên herêma Cizîrê (Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir) ya Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist.

Civîn di bin siya Desteya Bilind a Kurd de, li Salona Dawetê ya Heliz a li gundê Birêva yê girêdayî bajarê Amudê, bi başdariya nûnerên nêzî 30 eşîran pêk hat. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman, Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Endamê Desteya Bilind Ebdulselam Ehmed, Endamê Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind Îsa Hiso û oldarên herêmê jî amade bûn.  

‘ME GELEK ÊŞ KIŞANDIN’

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Şêx Mehemed Zahir ve hate kirin. Zahir, li ser girîngiya yekîtiyê û diyaloga di navbera gelan de rawestiya û ji Qur-anê têkildarî mijarê ayet xwendin.

Piştî Zahir, li ser navê organîzatorên civînê ji eşîra Deqoryan Fehed Deqorî axivî û ev tişt gotin: “Me gelek êş kişandine. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Em û ereb birayên hev in û pêwîste em ji bo Suriyek aram têbikoşin.”

EHMED SILÊMAN: EV YEKÎTÎ SERKEFTINA ME YE

Endamê Desteya Bilind Ehmed Silimên jî di civînê de axaftinek kir û destnîşan kir ku rewşa ku niha Suriye tê de ye, rewşeke nebaş e. Ehmed Silêman, got divê ew karibin bi hevre li ser vê mijarê bifikirin ka wê çawa çareser bikin û Suriyek demokratîk çawa ava bikin. Silêman, anî ziman ku ew jî perçeyek ji şoreşa Suriyê ne, lê niha şoreş veguheriye talan û hilweşandinê û got, “Em viya qebûl nakin, divê em li dijî vê têbikoşin.” Silêman, anî ziman ku li hemberî vê yekê wan wekî Desteya Bilind siyasetek rast daye meşandiye, herêma xwe di nava aramiyê de parastiye û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê wekî li Serêkaniyê hate dîtin, hate xwestin di navbera gelê kurd û gelên din de fitne bêne derxistin. Lê gelên herêmê bersiva baş da û got ku mesilheta wan lihevhatina wan e. Em şirîkên şer nîn in, lê ger ku yek êrîşî mala bike, em neçar in xwe biparêzin. Dîroka van gelan destûrê dane lîstikan. Em jî wekî Desteya Bilind ji bo vê tevdigerin. Em piştgiriya vê pêngava eşîran jî dikin. Ev yekîtî, parastin û serkeftina me ye. Em bi vê keyfxweş in.”

Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed jî, di axaftina xwe de li ser bandora eşîran a ji bo yekîtiyê rawestiya û pêngava ku eşîran avêtiye pîroz kir.

Piştî axaftina Ehmed Silêman nunerên eşîran li ser mijarên civînê yên wekî pirsgirêkên civakî û çandî, yekîtiya kurdan û diyaloga bi netewên din re, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di encama axaftinên ku hatin meşandin de, hilbijartinên meclîsa eşîran hatin pêkanîn. Ji bo meclîsê jî destpêkê ji her herêmekê komîteyek ji 7 kesan pêk tên hatin hilbijartin. Ji her komîteyekê jî yek kes ji bo meclîsa eşîran hate hilbijartin.

Meclîsa ku hate avakirin, wê hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî xebatê bimeşîne, hem jî ji bo pêşxistina yekîtiya gelan, dê bi hemû netew û pêkhateyên din ên herêma Cizîrê re hevdîtinan pêk bîne.