Li Rojava pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li Rojava pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li Efrîn û taxên  kurdan ên Helebê bi munasebeta salvegera 29’an a pêngava 15’ê Tebaxê civîn û şahî hatin lidarxistin.

Bi munasebeta salvegera 29’an a pêngava 15’ê Tebaxê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxên Eşerfiyê û Şêxmeqsûd civîn lidar xistin. Li Mala Gel a taxa Eşerfiyê civînek û li Mala Gel a Şêxmeqsûd civîneke bi beşdariya dehan kesî hatin li darxistin. Civîn bi rêzgitinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî. Hiso, berxwedana 15’ê Tebaxê  ya sala 1984’an bibîr anî û bal kişand ser berxwedana û geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê.

Bi heman armancê civînek li Dibistana Yasîn Yasîn a li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Bedran Çiya axivî û fermandar Egîd bibîr anî û da zanîn ku berxwedana 15’ê Tebaxê heta Roja Îro dewam dike. Di berdewama axaftina xwe de Çiya bal kişan ser berxwedana li Rojava.

Bi heman armancê Rêxistina Yekîtiya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê civînên cûda lidar xistin. Di civînên ku bi dehan jin têde beşdar bûn de Endamên Yekîtiya Star Binefş Şahîn û Sûad Hesen axivîn û pêngava 15’ê Tebaxê bibîr anîn.

Di civînên li taxên kurdan ên Helebê de bal hate kişandin ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra ên li seranserî Rojava hatin şermezarkirin.

 EFRÎN

Bi heman armancê li navçeya Bilbilê û Mabata yên Efrîn bi beşdariya sedan kesî 2 şahiyên cûda hatin lidarxistin. Li meydana Sûka Gelerî ya Navçeya Bilbilê ya Efrîn şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Hêvîn Zerdeşt,li ser navê Yekîtiya Star Gulê Mihemed, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şahîn Ibrahîm, li ser navê Meclîsa Gel a Bilbilê Tewfîq Ebdo û li ser navnê Konfedresyona Xendekarên Kurd ên Welatparêz Ruxweş Cimo axivîn û pêngava 15’ê Tebaxê bibîr anîn. Piştî axaftin bi dawî bûn li ser dîroka 15’ê Tebaxê Sînevizyon hate pêşkêşkirin. Şahî bi stran û şanoyên Koma Tîrêjên Rojê dom kir. Şahî bi şanoya Koma Aram Dîkran a girêdayî Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi dawî bû.

bI heman armancê li Gundê Hesê ya navçeya Mabata ya Efrînê jî şahiyek hate lidarxistin. Şahî birêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Şervan Hesen û li ser navê Meclîsa Gel a Efrînê Etûf Ebdo axaftin kirin. Di axaftinana de berxwedana 15’ê Tebaxê hate bibîranîn. Di axaftinan de êrîşên çekdarên El-Nusra ên li dijî Rojava hatin şermezar kirin. Şahî bi stran û govenên Koma Şehîd Viyan û şehîd Hozan bi dawî bû.