Li Rojava protestoyên 9’ê Cotmehê didomin

Li Rojava protestoyên 9’ê Cotmehê didomin

Li Efrîn û Amûdê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Amûdê, bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê semînerek lidar xist. Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Hûrî bi beşdariya dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Foza Yûsif axaftinek kir û bal kişand ser komploya navnetewî û da zanîn ku komplo di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan de li dijî hemû gelê kurd pêk hatiye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li ber navenda xwe ya li Amûdê sînevizyonek li ser jiyana Ocalan pêşkêş kir.

Bi heman armancê li Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komîteya Parastina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz daxuyaniyek nivîskî ya hevbeş dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiyê di encama têkçûna xwe ya li dijî îradeya gelê kurd û hêza gel a siyasî de berê xwe da planên qirêj û ji bo tunekirina nasnameya gelê kurd û durxistina wî ya ji kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi planan kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwedî derketina Ocalan a li xeta Demokrasiyê û şopandina gelê kurd a wê xetê û bi xwîna Şehîdan komplo vala hatiye derxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi xwedî derdetina gelê Kurd a li felsefeya Ocalan û meşandina xeta azadiyê plan pûç bûye.