Li Rojava Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî hate vekirin

Li Rojava Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî hate vekirin

 Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî li Bajarê Dirbêsiyê bi merasîmekê hate vekirin.

Yekemîn Saziya Ramanê ya bi navê Nûrî Dêrsimî li Taxa Xerbî ya bajarê Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate vekirin. Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ku navê xwe ji yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê Dr. Mihemed Nûrî Dêrsimî digire di navenda avahiya Partiya Bass a berê de bi beşdariya bi sedan kesî bi merasîmekê hate vekirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de endamê kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Çawîş axivî.

Çawîş, da zanîn ku pêwîstiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi navendên perwedeya ramanî heye, her wiha Çawîş got ku guhertin ji feraseta însanan dest pê dike, lewre pêwîste her kesek di vê navenda pewerdeyê re derbas bibe.

Derbarê navê Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî de jî endama Rêvebir a Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî Dilşa Mistefa diyar kir ku, ji ber  Nûrî Dêrsimî kedeke mezin ji bo ramanê daye, lewre jî Saziyeke bi vî rengî şanaya navê Nûrî Dêrsimî ye. Her wisa Dilşa Mistefa, balkişand ku Nûrî Dêrsimî di ware ramanî, siyasî û çanda kurdî de jî pir xebat meşandine. 

Piştre deriyê Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ji aliyê dayikên aştiyê ve hate vekirin. Merasîm bi stranên koma Zîlan bi dawî bû.