Li Rojava şer dewam dikin
Li Rojava şer dewam dikin
Li Rojava şer dewam dikin
Êrîşên komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra şevê din jî li gundê Dugurman ê Kobanê û Kendal ê Girê Spî dom kirin. Şervanên YPG’ê jî bersiv dan û pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin komên çete saet derdora 02.00’an de xwestin êrîşî gundê Dugurman ê Kobanê bikin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku pevçûn li nêzî gundê Qoyê jî belav bû û heta serê sibehê dom kir. Der barê encamên pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.
Li Girê Spî (Til Ebyed) jî şevê din komên çete ji gundên Camis û Çelebê bi topan êrîşî gundên Kurdan kirin. Li gorî agahiyan hinek top li gundê Kendal ketine û ziyana maddî çêbûye.