Li Rojava, şoreş, şer, mirin, jiyan bi hev re ne..
Li Rojava, şoreş, şer, mirin, jiyan bi hev re ne..
Li Rojava, şoreş, şer, mirin, jiyan bi hev re ne..
Bi serhildana gel a li Sûriyê re, piştî ku Kurdan di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de ji Kobanê destpê kir û kontrola bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Til Temîr xist destê xwe, êrîşên li dijî Kurdan zêde bûn. Ji aliyekî ve komên çekdar ên El Qaîdeyê El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê êrîşî Kurdan û Ereb-Xiristiyanên ne ji xwe dikin, ji aliyê din ve jî ji ber ambargoyê gelê Rojava li gel her tiştî li ber xwe dide û dijî.
Piştî ku çeteyan di 17-18'ê Tîrmeha sala 2013'an de êrîşî Serêkaniyê kirin, em berê xwe didin Serêkaniyê. Em dibînin ku rêyên bingehîn ên diçin Serêkaniyê hemû di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê de ne. Xeta ji deriyê sînor ê Sêmalka yê Kurdistana federal heta Serêkaniyê, di bin kontrola Kurdan de ye. (Eger ji aliyê Tirkiyê ve were nirxandin, tê wateya ji Silopiyê heta Serêkaniya ser xetê) Li nuqteyên kontrolê yên bi bend ên li ser rêyan, li hemberî êrîşên bombeyî yên çeteyan, her wesaît bi berfirehî tên lêgerîn û lêkolîn, kontrola nasnameyan tê kirin.
Em diçin Serêkaniyê yê ku rastî êrîşa komên El Nûsra û Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê rast tê, ku ev çete 2 km dûrî navçeyê li Til Xelefê bicih bûne.
Navçe 4 caran li êrîşa çeteyan rast hat. Di êrîşa herî dawî de çeteyan kontrola hin taxan xistibûn destê xwe û di encama pevçûnên dijwar de çete ji navçeyê hatibûn qewirandin. Em li tax û malê lê pevçûn derketin, digerin. Tax, mal talan bûne. Li her derê şopên fîşek, bombe û hewanan. Serêkaniyê dişibe rewşa demekê ya Beyrûdê.
Di êrîşan de ne tenê Kurd, mal û taxên Ereb û Suryaniyan jî hedef hatin girtin.
Beşeke mezin a navçeyê ji ber pevçûnan hatine valakirin. Piştî êrîşa çeteyan, beşeke ji şêniyên navçeyê bi armanca ewlekariyê çûn gundên derdorê û piştî kontrola navçeyê hat bidestxistin, gel dîsa dest bi vegerê kir.
Şopa pevçûnên beriya du hefteyan rû dan û di encamê de deriyê sînor hat bi destxistin, li her devera navçeyê tê dîtin. Di pevçûnan de bi dehan kesên bi navê El Nûsra şer dikirin, hatin kuştin.
YPG'ê ji kesên hatine kuştin û welatiyên Sûriyê ne, haya malbatên wan pê hesand. Hin malbat ji Hesekê hatin û cenazeyên xwe birin.
Çekdarên ji Efganîstan, Çeçenîstan, Misir, Urdun û welatên din ên derve hatin û li dijî Kurdan şer kirin jî, ji ber kes lê xwedî derketin, li derveyî navçeyê bi awayekî komî hatin veşartin.
EL NÛSRA ELETKRÎK QUT KIR
Elektrîka Serêkaniyê, di berdêla dayina avê de rojê 2 saetan ji Hesekê tê. Lê El Nûsra elektrîk bi temamî qut kir.
Elektrîka ji Mebruka ya 40 km dûrî navçeyê ye û ji ser Reqqayê tê dayîn, bi temamî di kontrola El Nûsra de ye. El Nûsra elektrîkê dide Hesekê ku hêzên rejîmê jî lê heye, lê ji ber elektrîka ji Kurdan re diçû birrî, navçe bi temamî bê elektrîk ma. El Nûsra ya qaşo li dijî rejîmê şer dike, elektrîkê nade waregehên Kurdan lê dide bajarên ku hêzên rejîmê lê ne.
Li Serêkaniyê em derdikevin ser avahiyeke bilind. Serêkaniyê tarî ye. Lê gundên derdorê yên di destê El Nûsra de ne, ronî dikin.
Pirsgirêka elektrîkê li tevahiya Rojava heye. Li gelek navçeyan elektrîk qet tineye.
GEL JI BO AVÊ BÎRAN DIKOLIN
Dema elektrîk tinebe, pirsgirêka avê jî rû dide. Tevna belavkirina avê ya li navçeyê ji ber elektrîk tinebe naxebite, pirsgirêka avê jî derket holê. Gelê ku li çareseriyê digere, hewşa xwe dikolin û hewl didin bîrên veke re pêdiviya xwe ya avê tedarik bike.
Komîteya Xizmetê jî ji bo pirsgirêka avê çareser bike bi rêya jeneratoran û motorên avê dikevin nava hewldanan û tevî kêmasî û pirsgirêkan jî ev yek bûye çare.
Pirsgirêka herî mezin a navçeyê derman, doktor, elektrîk, av û xwarine. Nexweşxaneya dewletê ya li Serêkaniyê beriya 8 mehan di êrîşa çeteyan de hat talankirin. Piraniya amûrên tibbî yên li nexweşxaneyê ji aliyê çeteyan ve hatin birin. Ji ber tinebûna elektrîkê, nexweşxane bi temamî ji holê rabû. Nexweş, li maleke ku veguheriye nexweşxaneyê, tê dermankirin. Nexweşên giran jî ji Qamişlo re tên şandin ku 2 saetan dûr e.
Yek ji cihê ji aliyê çeteyan ve hatiye talankirin jî, kargeha nan e hikûmetê ye ku li taxa Zerdeşt e. Çeteyan hemû makîne ji hev xistine û bi xwe re birine. Kargeha nan niha gelekî bi lawazî dixebite.
PIRSGIRÊKA XWARINÊ
Di serî de Serêkaniyê gelek deriyên sînor dema di destê El Nûsra debûn, Tirkiyê vekirî hiştibû. Lê dema deriyên sînor ketin destê Kurdan, Tirkiyê hemû derî girtin. Bi girtina deriyan re bazirganiya sînor jî rawestiya.
Li bakur Tirkiyê deriyê sînor girtiye, li Bakurrojhilat Hikûmeta Kurdistana Federal deriyê sînor ê Sêmalka ji alîkariya însanî girtiye, li başûr jî ji ber serdestiya komên çete, Kurdên li Rojava ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin.
Gel hewl dide pirsgirêka xwe ya xwarinê bi derfetên xwe çareser bike. Tê gotin, çeteyan dema embarên genim talan kirin, bi tonan genim birin Helebê û firotin. Gel pêwistiya xwe ya rojane ya zebze, ji beçxeyên li derveyî navçeyê tedarik dike. Lê belê gundiyên hewl didin biçin bexçeyên xwe, li êrîşên çeteyan rast tên. Di rojên em li Serêkaniyê bûn de, Beşîr Salih Ferhan û hevsera wî Şemsa Mecîd ên çûn avdana bexçeyê xwe yê li gundê Xelo, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Heta niha hay ji wan tineye. Roja 30'ê Tîrmehê jî çeteyan dîsa êrîşî heman gundî kirin û Fehed Xelo yê 30 salî kuştin.
Abulbakî Mehmûd ê Êzidî (43) dibêje ji ber êrîşa çeteyan ew nikarin biçin bexçeyên xwe yên zebze û tîne ziman ku li navçeyê pirsgirêka xwarinê zêde bûye. Mehmûd diyar dike ku ji ber hilberîn nîne û deriyên sînor girtî ne, zebze, birinc, savar û goşt biha bûne û ji ber tirsa mirinê jî ew nikarn erdên xwê yên çandî av bidin, lewma bexçeyên wan hemû hişk bûne.
Ji ber deriyên sînor ên aliyê Tirkiyê hatine girtin, bûha 4-5 qat zêde bûye.
Pakêtek nan ê 15 lîreyê Sûriyê, bi 50-75 lîreyî, kîloyeke çay a 200 lîreyî bûye 500 lîre, pantolonekî 200 lîreyî bûye 3 hezar lîre.
Welatiyê bi navê Hannan Alî yê debara xwe bi hemaltiyê dike, balê dikşîne ser bihabûna jiyanê û got, "Ev sê meh in, min nekarî goşt bibe mala xwe. Ji ber ji derve mal nayê, buha qat bi qat zêde bû. Hin bazirgan ji vê qezencê dikin. Em dixwazin derî bên vekirin."
GEL XWE BI XWE DIPARÊZE
Dema em li taxên Serêkaniyê digerin, em dibînin ku li navçeyê her kesên dikarin rahêjin çekan, çek hilgirtine.
Yekîneyê Asayîşê, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastinê yên Jinê ewlekariya navçeyê dikin, li derveyî navçeyê jî hêzên YPG'ê yên perwerdebûyî li mewziyan e. Li gund3en derdorê jî bi rêya Komîteyên Gund bi awayekî dorveger, gundî 24 saetan nobedê digirin. Dema êrîşek li dijî gund bê kirin, gundî jî bi hêzên YPG'ê re bersivê didin.
Parastina taxên li navenda navçeyê jî, bi rêya komîteyên taxan tê kirin. Taxên Mehede, Abrê û Zerdeşt ên beriya niha rastî êrîşa çeteyan hatibûn, bi awayekî dorveger 24 saetan ji aliyê ciwanên taxê ve tên parastin.
Li Serêkaniyê jî, mîna li gelek gund û navçeyên Kurdan, navgîna ragihandinê ya ji bo parastinê tê bikaranîn, hoparlorê mizgeftan e. Piştî ku nobedar an jî yên li kozikên pêş bi êrîşekê dihesin, hema yekser ji hoparlora mizgeftê bang tê kirin û gel li ser vê yekê çeka xwe hildigire û dikeve kozikan. Hêza yekane ya tevahiya sînor diparêze YPG ye. Her çend hin derdor îdîa bikin ku YPG di bin kontrola partiyekê de ye jî, di nava YPG'e de milîsên ji partiyên cûda yên Kurd hene, Ereb, Suryanî û jin hene.
DADGEH DIXEBITIN
Li Serêkaniyê, tevî êrîşa çeteyan jî jiyana rojane bi asayî dimeşe. Bi roj zêde pevçûn dernakeve. Lê êvarê, endamên El Nûsra yên li herêmên Esfer Necar û Til Xelef ên 2 kîlometre dûrî navçeyê bicih bûne, bi doçka û hewanan êrîşên tacîzê dikin. Em dibin şahid ku ji ber van êrîşan yekcaran mirov jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.
Tevî pevçûnan jî, yekîneyên emniyetê yên hatine avakirin, şaredarî û dadgeh dixebitin.
Em diçin avahiya Dadgeha Gel. 3 jê jin 9 hakîm û dozgerek lê wezîfeyê dikin. Mûhammed Alî Şêxo ku 27 salan di dema rejîma Esad de parêzerî dikir û bi şoreşê re weke hakîm hat wezîfedarkirin, dibêje ku dadgeh dixebitin.
Şêxo tîne ziman ku dadgehên gel, li mijarên kuştin, dizî, dayîn û stendin, doza zeviyan dinêre û dibêje, "Hînê qanûneke me tineye. Lê ji ber qanûn tineye em nikarin çavê xwe li van sûcan bigirin. Dadgeha me bi Konseya Bilind a Kurd ve girêdayî ye. Ev dadgeh berî 6 mehan ava bû. Heta niha me li nêzî 200 dozan nêrî. Em bi gel dişêwirin û biryara xwe didin. Mafê hikumxwaran heye ku li dadgeha îstînafê li dijî biryara me derkevin. Em ne dadgeheke leşkerî ne, bi tenê li bûyerên adlî dinêrin."
Şêxo da xuyakirin ku beriya du rojan endamên El Nûsra dest danîne ser traktora wî ya li derveyî navçeyê, bi telefonê lê geriyane û di berdêla traktorê de milyonek lîreyê Sûriyê jê xwestine û got, "Ji aliyekî ve şer, ji aliyekî ve dadgeh û li aliyê din jî em li dijî dizan têdikoşin."
EREBÊN RASTÎ ÊRÎŞÊ TÊN, XWE DIAVÊJIN HEWARA KURDAN
Çeteyên ku qaşo ji bo azadiyê li dijî rejîma Esad dest bi şer kir, li gundên bi dest xistin Kurd derxistin û dest danîn ser malên wan. Ev şêlandin û talan ne tenê li dijî Kurdan li hemberî ereban jî tê kirin.
Piraniya Erebên rastî êrîşan tên, berê xwe dane herêmên Kurdan û li vir dijîn. Ereb jî li gel Kurdan li hemberî êrîşên çeteyan di nava komîteyên gund û taxan de cih digirin û parastina xwe dikin. Li Serêkaniyê şêniyên gundên Babilxêr, Elok, Biêrir, Dahrul el Arab, Erradê, Qamişlo'da, Ebu Duwel, Dibana, Hamo, Kısêr û li Dirbêsiyê jî gundên Teltişnin, Kinetra, Kentar, Ebbas, Ekbeş hemû Ereb in. Di navbera gelên Ereb û Kurd de ti pirsgirêk tineye. Lê li hîn bêtir li Başûr, li herêmên ku ketine destê çeteyên El Nûsra, destûra jiyanê ji Kurdan re nayê dayîn.
Erebên li dijî çeteyan bûne yek û rahiştine çekan, di nava YPG'ê de jî cih digirin û xwe diparêzin.
Kesên ku me pê re hevdîtin kirin dibêjin, Erebên ji Reqqa, Hesekê û Hûmûsê reviyane û xwe avêtine hewara wan, ew pê re nanê xwe parve dikin û dibêjin, "Erebên rûyê rast ê çeteyan dîtin, xwe avêtin hewara Kurdan. Me destpêkê ewlekariya wan kirin. Me ew li lojmanên hikûmetê yên bi destxistin, bicih kirin. Hin ji wan ji rejîma Esad reviyan hin ji çeteyan. Em nan, xwarin û ava xwe bi wan re parve dikin."
ME BI BAŞÛR RE ŞÎRÊ ZAROKÊN XWE PARVE KIR
Gelê Rojava da zanîn ku ew nêzîkatiya Tirkiyeyê ya girtina deriyê sînor li kurdan û ji bo çetayan vekirinê fêm dikin lê, nêzîkatiya Rêveberiya Federal a Kurdistanê ya girtina deriyê Sêmalkê di cih de nabînin. Gelê Rojava destnîşan kir ku ji sînor ji bo wan xurek nayê û bazirganî nîne ûwiha got: “Ne ji ser Tirkiyeyê û ne jî ji Hikûmeta Kurdistanê tiştek nayê. Di dema rejîma Sedam de malbatên peşmergeyan yên dihatin, kurdên Sûriyeyê piştgiriyeke mezin da wan. Me malên xwe ji wan re vekir. Me şîrê zarokên xwe bi wan re parve kir. Me got em birane. Lê îro em di tengasiyê de ne. Ew çima deriyên xwe ji me re digirin. Alîkariyê qut dikin. Gelo biratî wihaye ?
YPG’iyand a zanîn ku bi taybet Hikumeta Federal a Kurdistanê desturê nade kurdên ku tên ligel me şer dikin jî û wiha pêde çûn: “Birayên me yên kurd ku dixwazin ligel me cih bigirin, deriyê sînor li wan digirin û lê ji bo çeteyan deriyê xwe vedikin. Ev jî fikarên me zêde dike. Ji ber ku hefteya borî du kesên Soran ku ji bo tevli çeteyan bibin ji aliyê hevalên me hatin girtin. Di belgeyên li ser wan derketin de derket holê ku têkiliya wan bi El Nusra re heye. Ji bo lêpirsînê me şandin Qamişlo.
VEGER NÎNE, HETA EM YEK KES JÎ BIMÎNIN EMÊ ŞER BIKIN
Nûnera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger da zanîn ku ligel hemû zor û zehmetiyan li dijî çeteyan têdikoşin.
Ceger çekên xwe piştî terkirina hêzên rejîmê, desteserkirine û wihagot: “Piştî çete ketin hewldana komkujiyê me cidiyet fêm kir. Çekên me ji çeteyan bidestxistine têrî me dikin. Me bi derfetên xwe jî ji kaçaxvanan çek girtin. Em bi îradeya xwe şer dikin. Wek çeteyan ne ji bo xwe. Gelê me hemûyî mirin daye ber çavê xwe. Veger nîne. Heta em yek jî bimînin emê têbikoşin. Emê gelê xwe û axa xwe biparêzin.
Ceger destnîşan kirku piştî banga seferberiyê bi sedan kes tevli refên YPG’ê bûne û ev didome. Ceger got hedefa wan eve ku hejmara hêzên çekdarî derxînin 30 hezarî.