Li Rojava xebatên Rêveberiya Demî dewam dikin
Li Rojava xebatên Rêveberiya Demî dewam dikin
Li Rojava xebatên Rêveberiya Demî dewam dikin
Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS), bi nûnerên rêxistinên siyasî yên Suryanî û Asûrî re hevdîtin pêk anîn û projeya rêveberiya demî nirxandin.
Bi armanca ku projeya rêveberiya demî bi pêkhateyên din re parve bikin û nêrînên wan bigirin, îro li bajarê Qamişlo, nûnerên MGRK'ê û ENKS'ê bi nûnerên Partiya Asûrî ya Demokrat û Partiya Yekîtiya Suryanî re du civînan lidar xistin.
Komîteya Projeya Rêveberiya Demî ku ji Endamên her du meclisan Emîna Osê, Mistefa Meşayix û Ehmed Berkar pêk tê, li navenda Partiya Asûrî ya Demokrat, bi nûnerê partiyê Wail Werda re hevdîtin pêk anîn. Komîteyê her wiha li navendana Partiya Yekîtiya Suryanî bi serokê partiyê Îşo Koriyê û endamên partiyê Senherîb Bersom û Ebdil Mesîh Çoxo re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de projeya rêveberiya demî bi nûnerên rêxistinên Asûrî û Suryanî re hate parvekirin û nêrînên wan hatin guhdarkirin.
Çav li rê ye ku rêxistinên Asûrî û Suryanî piştî hefteyekê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê Rêveberiya Demî de pêşkêş bikin.
Komîteya Projeya Rêveberiya Demî, duh li bajarê Qamişlo bi heman armancê bi nûnerên Desteya Netewî ya Erebî û Komeleya Netewî ya Ciwanên Ereb rehevdîtin pêk anîbûn.