Li rojavayê Kobanê YPG’ê darbe li DAIŞ xist

Li rojavayê Kobanê YPG’ê darbe li DAIŞ xist

Hêzên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Kobanê çalakî lidar xistin û di encam de 6 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

Şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundên Seftik û Moman ên rojavayê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

 

Çavkaniyan diyar kirin ku di bêrîka çeteyekî kuştî de ala Dewleta Tirk hate dîtin. Li gorî heman çavkaniyan ji ber dijwariya şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate zelalkirin.

Çavkaniyên herêmî jî destnîşan kirin ku di şer û pevçûnên li gundê Şêx Şoban ê li başûrêrojhilatê herêmê de 5 wesayîtên çeteyan ên doçka li ser ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rûxandin.

Hat zanîn ku îro saet di 16.45'an de li gundê Dendik ê li rojavayê herêmê wesayîteke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin.

Şer û pevçûn li herêmê li eniyên rojhilat, başûr û rojava bi dijwarî didomin.