Li Rojavayê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Rojavayê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Rojavayê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Rojavayê Kurdistanê ku piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê wê cara yekemîn Cejna Newrozê bi awayekî azad bê pîrozkirin, coş û heyecan her roj zêdetir dibe. Duh êvarê jî li 8 navendan bi beşdariya sedan kesan şahî hatin lidarxistin û govend hatin gerandin.
RIMÊLAN
Li bajaroka Rimêlan a girêdayî Girkê Legê ku ev 40 sal bûn Newroz hatibû qedexekirin, cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin. Bername ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate organîzekirin. Di bernameya ku gelek welatiyên Rimêlan û Girkê Legê tevlî bûn de agirê Newrozê ji aliyê mamosteyên zimanê kurdî ve hate pêxistin.
Di şahiyê de Koma Serhildan bi stranên xwe girse coşand. Ciwanan jî li dora agir û li ber muzîkê govend gêrand. Balkêş bû ku memûrên di şîrketên petrolê ya Rimêlan de kar dikin û jî tevlî pîrozbahiyê bibûn.
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê ku bi rojane amadekarî tên kirin, kolan hemû bi rengên Newrozê hatine xemilandin. Li bazara sukê jî rengên kesk, sor û zer balê dikişînin. Li aliyekê amadekarî didomin, li aliyê din jî her roj şahî tên lidarxistin. Şevê din jî li Taxa Şehîd Serhat bi beşdariya sedan welatiyan şahiyek hate lidarxistin. Şahiya ku welatî bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî bûn heta derengiya şevê dom kir.
Şahiyên Newrozê wê li Taxa Botana Rojhilat û Botan Rojava û taxên din ên bajêr jî bêne lidarxistin.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo û gundên derdorê jî, şahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Duh jî li gundê Hîmo û Taxa Enteriyê şahî hatin lidarxistin. Şahiya li Enteriyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz û Navenda Çand û Hunerê ve hate lidarxistin. Di şahiya ku li ber Mizgefta Selman Farisî hate lidarxistin de agir hatin pêxistin û govend hat gêrandin. Her wiha komên muzîkê jî stranên xwe pêşkêş kirin.
Şahiya li Hîmo jî ji aliyê Meclîsa Gel a Gund ve hate organîzekirin. Di şahiya ku şêniyên gundên Girbawî, Tilşeîr, Navgir, Xirabkort, Herêmşêx, Kodo û Neqare jî tevlî bûn de, koma Nirxên Xwînê ya gundê Hîmo ji beşdaran re stran û şanoyên xwe pêşkêş kirin.
Di şahiyê de Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mehemed, Endama Meclîsa Jinê ya Hîmo Ahîn Elî û Serokê Meclîsa Gel a Hîmo Hesen Mehemed jî amade bûn û li ser girîngiya Newrozê axaftin kirin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê ku bi mehan tenê bi şer û pevçûnan di rojevê de mabûn, niha heyecana Newrozê tê jiyandin. Komîteya Amadekar a Newrozê di çarçoveya amadekariyan de li Stadyuma Şehîd Rûstem ku dê Newrozê lê bê pîrozkirin, ji bo ciwanên ku dê di pîrozbahiyê de peywirdar bin civînek lidar xist. Endama Komîteya Amadekar Raperîn Nurhak, di civînê de axivî û li ser nîzama roja pîrozbahiyê rawestiya. Nurhak her wiha banga tevlîbûnê li welatiyan kir.
EFRÎN
Li Navçeya Şera ya Efrînê, Meclîsa Gel a Navçeyê û Yekîtiya Star ji bo peywîrdarên Newrozê ku ji jin û ciwanan pêk tên, civînek lidar xist. Di civînê de li ser disîplîna roja pîrozbahiyê û tedbîrên ku divê bêne girtin hate rawestîn.
Li Navçeya Mabata ya Efrînê jî, duh êvarê li gundê Hesêh şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de agir hate pêxistin û govend hare gêrandin. Wê îro jî saet di 16.00’an de li gundê Kaxirê şahîyek bê lidarxistin. Wê sibe li Gundê Dimiliya di demjimêr 16.00’an de, di 20’ê Adarê de jî li navenda navçeyê di demjimêr 16.00’an de wê şahî bêne lidarxistin.
Li Navçeya Raco ya Efrînê jî, duh li herêma Mîdanliyat şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de agir hatin pêxistin û li ber muzîkê govend hate gêrandin. Wê îro jî li gundê Qedê şahiyek bê lidarxistin. Sibe wê li navenda navçeyê, di 20’ê Adarê de jî li gundê Hac Xelîl şahî bêne lidarxistin.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê ku ev çend rojin şahî têne lidarxistin, duh li Taxa Şehîd Kemal şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn de Koma Zîlan stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha agir hate pêxistin û govend hate gêrandin. Îro jî wê li Taxa Xerbî li ber Mizgefta Hecî Sultan di demjimêr 17.00’an de şahiyek bê lidarxistin.