Li Rojavayê Kurdistanê mazot daket nîv buhayî
Li Rojavayê Kurdistanê mazot daket nîv buhayî
Li Rojavayê Kurdistanê mazot daket nîv buhayî
Rêveberiya Saziya Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê biryar da ku li Herêmên Xweseriya Demokratîk buhaya lîtreya Mazotê ji 55 lîreyên Sûriyê daxîne 30 lîreyî.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya ku bi hejmara (1) hate weşandin de hate gotin ku Rêveberiya Saziya Pêşxistina Aborî ya Rojayava Kurdistanê di civîna xwe ya 30'ê Tebaxê de biryar daye ku buhaya lîtreyeke mazotê li Herêmên Xweseriya Demokratîk ji 55 lîreyê Sûriyê daxînin 30 lîreyê Sûriyê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev biryar di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên aborî yên ji ber ambargoyê, hatiye dayîn.