Li rojhilat, başûr û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar
Li rojhilat, başûr û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar
Li rojhilat, başûr û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar
Li gundên rojava û başûrê Kobanê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Li gorî agahiyên ji eniyên şer hatn wergirtin, li gundên Bûbanê û Ziravikê yên li rojavayê Kobanê, di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin.
Hat ragihand ku li gundê Eyînbet ê li rojhilatê Kobanê û herêma sînorê Bakur jî pevçûn derketine û bi dijwarî didomin.
Li gundên Qişlê, Dongiz û Kofî yên başûrê Kobanê jî pevçûnên dijwar diqewimin.
Der barê şer û pevçûnên li her sê eniyan de agahiyên zelal nehatin bidestxitin.