Li Rojhilatê Kurdistanê qedexeya Newrozê

Li Rojhilatê Kurdistanê qedexeya Newrozê

Her çendî li Îranê Newroz bi awayeke fermî betlane ye, lê ji ber pêkanînên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tê qedexekirin. Hate ragihandin ku li Merîwan û derdora wê hêzên ewlekariyê yên gidayî Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê û hêzên polîsan hatine amadekirin û bi vî awayî hewl didin ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hewl dide ku bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê asteng bike. Beriya demekê hatibû diyarkirin ku hêzên ewlekariya rejîmê li Bokanê gef li hunermendan xwaribû ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê nebin.

 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên rejîmê vê carê jî li Merîwanê gefa girtinê li welatiyên ku dê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin dixwe.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Merîwanê hêzên re jî ji terzîxaneyên ku kincên Kurdî çêdikin  xwestine ku ji bo wan kicên Kurdî pê bidirûn. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku hêzên ewlekariyê dê bi van cil û bergên Kurdî biçin nava pîrozbahiyên gel û bi vî awayî kesên ku tevlî Newrozê bûne deq bikin.

Hate diyarkirin ku li hin gundên bajarê Pîranşarê jî vêxistina agirê Newrozê hatiye qedexekirin.

Hêjayê gotinê ye ku di meha çileyê de jî rayedarên rejîma Îranê yên li Bokan ji hunermend û stranbêjên Kurd re gotine ku bi tu awayî nabe pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin û ji bo vê yekê gef li wan xwarine. Par jî li çend gundên Bokanê jî pîrozbahiya Newrozê hatibû qedexekirin.