Li rojnameyaYenî Akîtê doza tazmînatê ya 200 milyarî

Li rojnameyaYenî Akîtê doza tazmînatê ya 200 milyarî

Serokê BDP’a Wanê yê Yakup Ataş di dema serokatiya wî de  rojnameya Yenî Akîtê nûçeyeke ‘serokê BDP’ê bi keça BDP’iyekî din re têkiliyê dijî’ weşandin û li serê nûçeyê Ataş li rojnameyê 200 milyar doza tazmînatê vekir.

Parêzerê Yakup Ataş,  yê ku serokê berê BDP’a Wanê û niha di çarçoveya doza KCK’ê de girtiye, Turan Ece li Dadgeha Hiqûqî ya Asliyê y Wanê doza tazmînatê vekir û hat diyar kir ku Ataş di dema peywirdariya xwe de bi zanebûn ratî îftereyê hatiye. Ece di serlêdana xwe ya dadgehê de nûçeya Yenî Akîtê çavkanî nîşan da û diyar kir ku li ser bi dehan malperên înternetê li ser vê nûçeyê sernavên wekê ‘Di BDP’ê de skandala zînayê’, ‘Têkiliya serokê BDP’ê bi keça BDP’iyekî din re derket holê’ hene. Ece da zanîn ev nûçeyên ku tu eleqeya wan bi rastiyê tune, muvekîlê min mexdur kiriye.

NÛÇEYÊN DEREW JI SER ÎNTERNETÊ RAKIRIN

Ece da zanîn ku ev bi qesta êrîşa li hemberî mafan ev nûçe hatiye weşandin û li ser malperên înternetê belavbûna vê nûçeyê muvekîlê min wek ‘bêahlaq û zînakar’ hatiye nîşan dan. Ece wiha got: “Armanca van kesên ku ev nûçeya derew ya ku îtîbar, rumet û pêşeroja siyasî ya muvekîlê min xistiye xeterê, eve ku  muvekîlê min reş bikin, bê îtîbar bikin û jiyana wî ya siyasî bi dawî bikin. Armanca wan ev e ku muvekîlê min bixin rewşeke ku êdî nekaribe bê ser xwe. Piştî vê nûçeyê muvekîlê me hat girtin. Her wiha piştî hat girtin jî ev nûçe ji ser înternetê hat kirin.”

NÛÇE KOMPLOYEK SIYASIYE

Ece destnîşan kir ku ligel ku muvekîlî wî bi kesek wisa are têkilî nejiyaye jî wekê ku kesek heye nîşan dane û ev nûçe di alî siyasî de komployke gayrî ahlaqiye û wiha got: “Ev nûçeya ku mijara gotinê ye, di heman demê de êrîşeke lidijî mafên kesane ye.”

DAXWAZA 200 MÎLYAR TAZMÎNAT

Ece di daxwaznameya xwe de wiha got: “Ji ber van sedemên me vegotin, ji bo mexduriyeta muvekîlê min ji holê rabe û berpirsên vê bûyerê zirara manevî ya muvekîlê min bidin divê mahkumê tazmînê bê kirin û nûçeya mijara gotinê ye bê sererastkirin. Ji bo ev mexduriyet ji holê rabe em ji berpirsan 200 milyar  TL tazmînat dixwazin.

EZ WEK ZÎNAKAR HATIM NÎŞANDAN

Serokê BDP’a Wanê yê berê Yakup Ataş jî di daxwaznameya ku pêşkêşî dadgehê kir de diyar kir ku ew wek zînakar di civakê de hatiye nîşandan û  wiha got: “Rewşa dayika min û xwişka min niha çawaye nizanim. Dayika min extiyare. Xwişka min zewicî û ji ber şîdetê dest jê berda. Li şûna ku ez ji derdê malbata xwe re bibim derman niha ligel ku sûcê min nîne digirtîgehê de me. Min her tim zor û zehmetiyên ku civakê dikişand difikirî û jê re çare didît. Min beyî ku jin û mêr ji hev veqetînim nêzîk bûm. Her wiha bi salan ez wek endamekî ÎHD’ê min ji mirovan re xebat meşand.”

Ataşê ku di bin navê KCK’ê de ev 10 mehe girtiye, di 25’ê îlona 2013’an de cara yekemîn dertê pêşberî dadger.