Li Rûbarokê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin
Li Rûbarokê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin
Li Rûbarokê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin
Li bajaroka Rûbarok a girêdayê Navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku di sînora Herêma Kurdistan a Federal de ye, bi coşek mezin Newroz hate pîrozkirin.
Li bajaroka Rûbarokê ya girêdayê navçeya Şemzînanê ku di sînorê Başûrê Kurdistanê de ye, Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Şahiya Newrozê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajarokê hate li darxistin. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, Endamê MP’a BDP'ê M. Siddik Akiş, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglû, Cigirê Şaredarê Geverê Aydin Oyman, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, Şaredarê Çelê Hidir Demîroglû, Şaredarê Bajaroka Bajêrgehê Tacettîn Sefali, serokên rêxistinên BDP'ê yên bajêr, navçe û bajarokan, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Ferzende Yilmaz, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî hebûn gelek hemwelatî beşdarî şahiyê bûn.
Di qada pîrozbahiyê de panqarta "Rizgariya demokratîk, jiyana azad û bi Ocalan re muzakere", alên konfederalîzmê, flamayên kesk, sor û zer û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Jinan ku bi kincên xwe yên netewî beşdarbûn qada pîrozbahiyê rengîn kir. Kesên ku ji bajêr û navçeyên Colemêrgê hatin qadê ji hêla girseyê ve bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li vire" hatin pêşwazî kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina yekemîn Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê Cabbar Taş kir û Newroza gel pîroz kir. Taş diyar kir ku, ev girse nîşan dide ku êdî gelê Rûbarokê nayê lîstika AKP'ê û ji ber beşdariyê ji gel re spas kir.
'EM VÊ PÎROZBAHIYÊ DIYARÊ ŞEHÎDÊN KIZILDERE DIKIN'
Pişt re Endamê MP'ê ya BDP'ê M. Siddik Akiş, axaftinek kir û got "Destpêkê ez Newroza mirovê pîroz û Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikim." Akiş di axaftina xwe de kesên di Kizildereyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û wiha got: "Em Mahîr Çayan û rêhevalên wî bi bîr tînin û vê pîrozbahiyê jî diyarê wan dikin."
Akiş peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de da bibîrxist û ev tişt gotin: "Birêz Ocalan ku vê pêvajoya aştiyê daye destpêkirin tiştê ketî ser milên wî pêk anî. Êdî dor hatiye hikumet û dewletê ku gav biavêje. Em ne bawerin ku hikumeta AKP'ê divê mijarî de jidil be. Lewra dema mirov li daxûyaniyên rayedar û serokwezîr dinêre ku dibêje 'me pêvajoyê daye destpêkirin, bila çekên xwe li cihê li wirin bitemirînin û vê axî terk bikin'. Em jî dibêjin yê vê axî terk bike hûn in, tang û topên xwe hilgirin û ji vir herin." Akiş, rapora derbarê komkûjiya Roboskî jî şermezar kir û da zanîn ku ev gel ti komkûjiyên li ser kurdan hatine kirin ji bîrnekiriye û nade jibîrkirin. Akiş, bang li hikumetê kir ku ji kurdan lêborînê bixwaz e.
Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore jî, Newroz a gelê Kurd pîroz kir û got "Em Cejna Newrozê ya gelê me yê Kurdistana başûr a li ber serê me ne pîroz dikin". Tore, bibîrxist ku salvegera mirina Qazî Muhamed ê ji bo Kurdistan a Mahabadê têkoşîn daye û wesiyetnameya Qazî Muhamed xwend.
'BILA ÊDÎ XWÎNA XWIŞK Û BIRA NERIJE'
Parlementerê BDP'ê ya Colemêrgê Esat Canan jî diyar kir ku, gelê Kurd xwe ji bo aştiyê feda kiriye û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê baş bê meşandin divê hikumet gav bavêje. Canan wiha got: "Ez bang li hecî, mela, mezin û ciwanên Rûbarokê dikim. Bila herkes tiştê ji destê wî tê bike. Bila xwîna bira nerije. Ew roj ji Kurdistan a Başûr Neçîrvan Barzanî navenda BDP'ê ziyaret kir. Û silavê wî jî ji we re hebû. Ew jî di vê pêvajoyî de li cem me ne, dixwazin aşitî bi diyalogê bê. Pêvajoyê dişopîn in û diyar kirin ku, ew her tim tê li cem kurdên bakûr bin."
Piştî axaftinan şahiya Newrozê bi komên muzikê yên heremî dom kir û heta dereng rojê li ber stranan govend hatin gerandin.