Li Rûsyayê Ciwanan piştgirî dan Rojava

Li Rûsyayê Ciwanan piştgirî dan Rojava

Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiya komên çete yên li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe ji têkoşîna gel re raber bikin daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hovitiya ji hêla komên çete ve tê kirin ji hêla hemû aliyan ve bê şermezarkirin. 

Yekîtiya Ciwanên Kurd a li Rusyayê, bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên komên çete yên li Rojavayê Kurdistanê şermazar kir. Di daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Mala Kurda hat dayîn de ciwanan piştgiriya xwe ji têkoşîna gelê Rojava re raber kirin. Daxuyanî ji aliyê  endama Yekîtiya Ciwanên Kurd Nîgar Patîeva ve hat xwendin. 

LI ROJAVA CIVAKA DEMOKRATÎK TÊ AVAKIRIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd modêla xwe ya civaka demokratîk ava dike û hat gotin, “Em wek ciwanên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, pêşveçûnên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin bi baldariyek mezin dişopînin. Gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê li ser axa xwe bi dehan sal bênasname, bêmaf û di bin zilm û zordariyek mezin de dijiya. Li gel hemû zordariyan gelê Kurd îro li Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin kiriye û modêla xwe ya civaka demokratîk ava dike.”

SIVÎL TÊN KUŞTIN

Her weha di daxuyaniyê de erîşên komên çete û aligirê wan bi tundî hatin şermezarkirin û li hember vê hovitiyê bêdengiya raya giştî hat rexnekirin. Di vê derbarê de weha hat gotin: “Lê mixabin neyarê gelê Kurd ji bo li Rojava Kurd nebin xwedî maf çi destê wan tê dikin. Di van demên dawî de bi pişgiriya aliyên tarî komên çete êrîşî ser gelê sivîl dikin. Di encama êrîşên komên çete de gelê sivîl tê qetilkirin, kuştin û wendakirin. Li hember vê hovitiya komên çete bêdengiya raya giştî nayê qebûlkirin. Pêwîste hovitiya bi destê komên çete tê kirin ji hemû aliyan ve bê dîtin û bê şermezarkirin.” 

AMBARGOYA LI SER ROJAVA HAT ŞERMEZARKIRIN

Ciwanan di daxuyaniya xwe de, girtina deriyê sînor weke parçeyek ji ambargoye bi nav kirin û gotin, "Bi taybet di demek weha girîng de pêwîstiya gelê Rojava bi alîkariyê heye. Girtina sînoran tê wateya ku ambargoyek li ser herême tê maşandin. Ev ambargoya ku nav lê nehatiye kirin pêwîste rojekê berî rojekê dawî lê bê anîn û deriyê sînor ji bo alîkariyê bê vekirin. Her weha pêwîste hemû sazî û dezgehên Kurd ê heya niha li hember van êrîşên komên çete bêdeng mane jî helwesta xwe zalal bikin û li dij derkevin. Ev dem dema helwest û nêzîkatiyê xwe diyarkirinê ye. Yên ku di van rojên zor û zahmet de bêhelwest bimîne dê dîrok wan ti caran efû neke.”

DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ ERKÊN XWE BICIH BÎNIN

Di daxuyaniyê de ciwanên Kurd ji bo saziyên navnetewî erka xwe bi cîh bînin bengewazî ji wan re kir. “Pêwîste saziyên mafê mirovan û saziyên aşityê yê navnetewî di demek nêz de dest bavê vê bûyerê û alikariyê bide gelê Rojava. her wiha pêwîste mirovahî li hember van bûyerên hovane bêdeng nemine. Em wek ciwanên Kurd yê li Rûsyayê jiyan dikin êrîşê komên çete û hefkarên wan bi tundî şermezar dikin û ji wan re dibêjin destê xwe ji ser gelê Kurd bikişînin.”