Hejmara kesên di encama karesata lehiyê ya li herêma Krasnodar a başûrê Rûsyayê rabû de jiyana xwe ji dest dan gihişt 144’ê.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Rewşên Lezgîn ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û gelek kes wenda ne. Her wiha hat diyarkirin ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe. Wezaretê ragihand ku 5185 xanî di bin avê de mane, 254 xanî hilweşiyane û nêzî hezar kes ji herêmê hatiye veguhestin.
Ji ber lehiya zêde xebatên ji bo petrola xam a li peravên Novorossisk a li Deryareşa, hatin rawestandin. Rayedaran dan zanîn ku rayedarên Wezareta Rewşa Lezgîn bi balefir û helîkopteran çûne cihê bûyerê.
Televîzyonên Rûs dîmên lehiyê û mirovên di nava lehiyên de asê mane, hewl didin xwe bigihîn ser bane xaniyan weşand.
Ajansa Nûçeyan a Rûs RIA jî ragihand ku waliyê herêmê vê karesata lehiyê weke “mezintirîn lehiya 70 salên dawiyê” bi nav kir.
Serokdewletê Rûs Vladîmî Pûtîn ji hewayê ve herêmê kontrol kir û ferman da ku der barê karesatê de lêpirsîn bê destpêkirin. Putîn li bajarê Kirimskê axivî û diyar kir ku dê hemû aliyên vê karesatê bêne lêpirsîn.