Li Rûsyayê mîhrîcana bîranîna şoreşgerên Kurd pêk hat

Li Rûsyayê mîhrîcana bîranîna şoreşgerên Kurd pêk hat

Li bajarê Krasnadar a Rûsyayê yekemîn mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Tayhan, Bêrîtan û Jêhat pêk hat.

Mîhrîcan bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan pêk hat û rastî eleqeyek mezin hat. Mîhrîcan duh saet di 14’an de li Salona Konserêya Mala Çandê Krasnadar Jeleznadarojnikov destpê kir. Deqeyek rêz hat girtin û sirûda Ey Reqîp hat xwendin.

Mîhrîcan li ser navê her sê şoreşgerên Kurd  Tayhan (Ahmet Yildirim) Bêrîtan (Hikmiye Seyhan) û Jêhat (Remzî Akkuş) yên di sala 1999’an de bi armanca komploya navneteweyî şermezar bikin bedena xwe dan ber agir, pêk hat.

Di mîhrîcanê de ji Moskova Krasnadar, Tambov, Saratov û Komara Xweser a Adîgey nûnerên Otonomiya Kurd axaftin kirin. Ji otonomiya Çanda Kud a Krasnadar Arîf Ezmanî axivî.

Ezmanî bal kişand ser geşedanên dawî yên li Kurdistanê û got: “Li Kurdistanê ev çend meh e geşedanên girîng çêdibin. Li Şengal, Rojava û Başûr li dijî gelê me êrîş pêk tên. Em mîhrîcana xwe diyariyên şoreşgerên Kurd ên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine.  Em Kurdên Krasnasdar ji ber ku malovaniya vê mîhrîcanê dikin gelek kêfxweşin. Em her sê şoreşgerên xwe yên Kurd bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.

Serokê Otonomiya Kurd a Komara Xweser a Adigey Feyzo Huseyîn jî diyar kir ku hatina cem hev a Kurdan a di bernameyên wisa de gelek girîng e û got: “Di demên dawî de em ji Kurdistanê agahiyên qet nebaş digirin.  Jin, zarok, dayik û birayên me ji aliyê DAIŞ’ê ve tên qetilkirin û revandin. Hêzên ku hewl didin me tune bikin, dê poşman bibin."

Endamê KNK’ê ya bajarê Tamboz Cemal Şemoyan jî peyamek ji mîhrîcanê re şand.

Piştî axaftinan Koma Nergîz derket ser dikê. Piştre Egîdê Cimê û Feyzoyê Rizo derketin ser dikê.

Her wiha gelek muzîkjenên Kurd û komên folklorê derketin ser dikê. Her wiha defîleyeke cil û bergê Kurdî ya ‘Şal Û Şepîk’ pêk hat.

Piştî defîleyê  Nil neGGA û Rozerin, Roja Azad, Koma Lorîn, Berfîn Mamedova, Bermal Çem, Barî, Mirza Axa, Ferman Patiyev, Evinar, koma folklorê ya Medya, kulilkên Kurdistanê û reksên Rûs derketin ser dikê.