Di encama lehiya li herêma Krasnodar a li başûrê Rûsyayê de herî kêm 87 kesan jiyana xwe ji dest dan. Infaxê ragihand ku di lehiyê de herî kêm 103 kes jiyana xwe ji dest dane. Guman heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Li gorî agahiyan, lehî di saetên şevê de dest pê kiriye û gelê herêmê ne li benda karesateke wiha bû. Di dema rabûna lehiyê de78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Roja înê jî lehî li hin cihan bi qasî 7 metre bilind bûn û di wê demê de gelê herêmê di xew de bû.
Wezîrê Rewşên Lezgîn ragihand ku ew çûye cihê bûyerê, xebatên rizgarkirin û lêgerînê hîna jî berdewam dikin.
Ji ber lehiya zêde xebatên ji bo petrola xam a li peravên Novorossisk a li Deryareşa, hatin rawestandin. Rayedaran dan zanîn ku rayedarên Wezareta Rewşa Lezgîn bi balefir û helîkopteran çûne cihê bûyerê.
Televîzyonên Rûs dîmên lehiyê û mirovên di nava lehiyên de asê mane, hewl didin xwe bigihîn ser bane xaniyan weşand.
Ajansa Nûçeyan a Rûs RIA jî ragihand ku waliyê herêmê vê karesata lehiyê weke “mezintirîn lehiya 70 salên dawiyê” bi nav kir.