Li Rûsyeyê karesata lehiyê: Herî kêm 50 mirî

Li Rûsyeyê karesata lehiyê: Herî kêm 50 mirî

Di encama karesata lehiyê ya li herêmên nêzî Deryareş rabûn de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Moskowê ragihand ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Rêveberê Emniyeta Krasnodarê Igor Jelyabin diyar kir ku heta niha 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên emniyetê dan diyarkirin ku li Kirimê 39, li navçeya Gelîncîkê 9 û li Norovossyksê jî 2 kes jiyana xwe ji xwe ji dest dane.

Lehî ji herêma Gelîncîkê dest pê kir. Hat ragihandin ku veguhestina ji 1500 malên li vê herêmê yên di bin metirsiya lehiyê de hatiye destpêkirin. Lê çapemeniya Rûs radigihîne ku hejmara miriyan zêde dibe. Televîzyona Rûs a bi navê Vestî ragihand ku dibe hejmara miriyan bibe du qat jî.

Xebatên rizgarkirin û lêgerînê bênavber didomin.