Li Şaxê kontra digerin

Li Şaxê kontra digerin

Hat hînbûn, tîmên taybet û cerdevanên artêşa Tirk li bejahiya Şaxê kemînê datînin û nasnameya gelê herêmê kontrol dikin.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li navçeya Wan Şaxê, li qada bejahî û daristanî ya nêzî Pira Xurkanê, komêk ji 30-40 tîmên taybet û cerdevanên artêşa Tirk, kemînê datînin.

Ji aliyê din ve, kontrola nasnameyan a ji aliyê leşker û cerdevanên Tirk ve, gelê herêmê dixe nava tengezariyê.