Li Şaxê zextên cerdevankirinê
Li Şaxê zextên cerdevankirinê
Li Şaxê zextên cerdevankirinê
Hate îdîakirin ku li gundê Kaviştan ê navçeya Şaxê ya Wanê piştî cerdevanan bi komî dest ji cerdevaniyê berdan rayedarên leşkeran û keyayê gund ji bo careke din gundiyan bikin cerdevan zextan pêk tînin.
Li gundê Kavîştan ê navçeya Şaxê ya Wanê ji 42 cerdevanan 40 cerdevanan di sala 2012'an de bi hev re dest ji cerdevaniyê berdabûn. Li gund tenê keyayê gund Hecî Artin û Îbrahîm Kokoşîn cerdevan man û ji bo gundî careke din bibin cerdevan Artin û Kokoşîn hewildanan dikin.
Li gorî agahiyan duh rayedarên leşkeran bi tevlîbûna Îbrahîm Kokoşîn li mala wî civîn li dar xisitn. Di civînê de biryara 30 çekan ji bo cerdevanan bidin gund girtin. Hate ragihandin ku, li ser biryarê keyayê gund Hecî Artin bi gundiyan re hevdîtinan dike û ji bo ew careke din bibin cerdevan hewildanên qanihkirinê dike.