Li sê navendan 'Perwerdeya bi zimanê dayikê' hat xwestin
Li sê navendan 'Perwerdeya bi zimanê dayikê' hat xwestin
Li sê navendan 'Perwerdeya bi zimanê dayikê' hat xwestin
Li Bêgir, Westan û Bazidê ji bo zimanê dayikê û sirûda "Andimiz (Sonda me)" bê rakirin daxwazname hatin dayîn. 200 daxwaznameyên ku hatin komkirin dema ji aliyê Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bêgir nehatin qebûlkirin teslîmî qeymeqamtiya navçeyê hatin kirin.
BÊGIR
Li navçeya Bêgir a Wanê di pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê de bi sedan hemwelatî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û sirûda "Andimiz" bê rakirin ji ber avahiya navçeyê heta Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî meşiyan. Girseya ku bi dirûşmayên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" ji ber Avahiya Navçeya BDP'ê meşiyan hatin Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bêgir a li Taxa Yenî Şehîr. Serokê Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê, A. Vahap Arslan ê li ser navê girseyê daxuyanî da anî ziman ku bandora civakî û derûnî ya perwerdeya bi zimanê dayikê ya li ser şexs bi awayekî zanistî hatiye îspatkirin û di roja me de ev rewş ji bo kurdan mexdûriyeteke ciddî çêkiriye. Ji ber van sedeman em dixwazin sirûda "Andimiz" a her sibe li dibistanan bi zarokan didin xwendin bê rakirin û em wek mafekî destûra bingehîn perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi kurdî dixwazin."
Piştî daxuyaniyê 200 daxwaznameyên ku hatin komkirin ji aliyê 3 kesan ve hat xwestin ku teslîmî rayedarên Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bêgir bê kirin, lê belê midûriyetê daxwazname qebûl nekir. Li ser vê yekê daxwazname teslîmî Qeymeqamtiya Navçeyê ya Bêgir hatin kirin.
WESTAN
Li navçeya Westan a Wanê jî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo rakirina sirûda "Andimiz" di pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya Westan a BDP'ê de hemwelatiyên ku hatin gel hevdu û rêveberên BDP'ê ber bi Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Westan ve meşiyan. Girseyê timûtim dirûşmayên "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG" ku berzkirin dovizên, "Zimanê mê hebûna me ye", "Bê ziman jiyan bê Serok aştî nabe", "Azadiya Rojava azadiya Kurdistanê ye" û "Her zimanek ayeteke Xwedê ye" hatin hilgirtin. Girseya ku hat ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Westan li wir daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê girseyê Hevseroka Rêxistina Westan a BDP'ê Gonul Denîz, anî ziman ku polîtîkaya înkarê ya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan, Tirkiye ne tenê di hundir de di huqûqa navneteweyî de jî kiriye rewşeke berevajî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê êdî Tirkiye dest ji pergala ku xwe dispêre dewleta yeknetewe berde. Li gorî rastiya erdnîgariya Tirkiyeyê li ser esasê hemwelatiya destûra bingehîn pergaleke civakî ya pirçandî ava bike."
Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşmayên "Bê ziman jiyan nabe" daxwaznameyên ku komkirin teslîmî Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Navçeyê kirin. Girse paşê bi dirûşmayan heta Avahiya Rêxistina BDP'ê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.
BAZID
Li navçeya Bazid a Agirî jî, di pêşengiya Rêxistina Bazidê ya BDP'ê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina sirûda "Andimiz" daxwaznameyên ku hatibûn komkirin teslîmî Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bazidê hatin kirin. BDP'yî û hemwelatiyan, têkildarî daxwaznameyên xwe li avahiya rêxistinê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê Cemîl Rizaogullar daxuyanî da. Rizaogullar destnîşan kir ku yek ji armancên têkoşîna wan "Perwerdeya bi zimanê dayikê" ye û wiha berdewam kir: "Gotina Serokwezîr a 'Perwerdeya bi zimanê dayikê di rojeva me de nîn bû' nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Eger tê xwestin ku li vî welatî li ser esasê aştî û biratiyê pêkve û bi awayekî wekhev mirov bijîn divê zimanê Kurdî di garantiya destûra bingehîn de li tevayî dibistanan bê dayîn. Her wiha sirûda nîjadperest a "Andimiz" jî bê rakirin. Saeteke dersa Kurdî nayê qebûlkirin û em daxwaz dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê divê perwerdeya Kurdî bê dayîn."
Piştî civînê daxwazname ji aliyê heyeta ku hat avakirin teslîmî Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Navçeyê hatin kirin.