Li Sefa û Serêkaniyê şerên dijwar
Li Sefa û Serêkaniyê şerên dijwar
Li Sefa û Serêkaniyê şerên dijwar
Li gundê Sefa yê Çilaxa pevçûnên ku piştî êrîşên komên Dewleta Iraq û Şam/Eniya El Nusra yên li dijî bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destpê kiribûn, didomin. Hate ragihandin ku heta niha tangek êrîşkaran hatiye derbkirin û 2 wesayîtên doçka hatine rûxandin. Hate ragihandin ku komên çekdar ên ku li bajaroka Til Xelef bicîh bûne, êrîşî Serêkaniyê kirine û hewl dane ku ber bi bajêr ve pêş bikevin. Lê hêzên YPG'ê bersiv dane û pevçûn derketine.
Li gundê Sefa yê Çilaxa saet di 15.30’an de komên çekdar ên Dewleta Iraq û Şam/Eniya El Nusra êrîşî bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin. Li ser vê yekê pevçûnên dijwar derketin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku pevçûnên di saetên ber bi êvarê de kêm bibûn, saet derdora 20.00'an de dîsa dijwar bûn. Hate ragihandin ku heta niha tangek êrîşkaran hatiye derbkirin û 2 wesayîtên doçka hatine rûxandin. Hate gotin ku gelek
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra saet derdora 21.00'an de ji Til Xelef hewl dan ku ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin û êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û pevçûn derketin. Hate ragihandin ku pevçûn li ser riya Til Xelef didomin.
Li aliyê din hate gotin ku komên çekdar ji Til Xelefê topên hawanê jî di avêjin.