Li sêgoşeya Cerablûs-Ezaz-Heleb cerdevanî li ser Kurdan tê ferzkirin!
Li sêgoşeya Cerablûs-Ezaz-Heleb cerdevanî li ser Kurdan tê ferzkirin!
Li sêgoşeya Cerablûs-Ezaz-Heleb cerdevanî li ser Kurdan tê ferzkirin!
Li gundên sêgoşeya Heleb-Cerablûs-Ezaz ên komên çete bi pêşengiya hin komên noker ên Kurd êrîşî wan kirin, niha jî zext tê kirin ku li van gundan komên çekdar werin avakirin. Serokê Meclîsa Gel a Herêmê Recep Xelfan der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku ji ber tirsa girtin, biçekkirina bi zorê û komkujiyê, nêzî 10 hezar mirovan koç kirine, bi sedan kes hatine girtin û ew ji jiyana mirovên hatine girtin bi fikar in.
DIXWAZIN CERDEVANIYA LI TIRKIYÊ LI HERÊMÊ JÎ BICIH BIKIN
Serokê Meclîsa Gel a Herêma navbera Cerablûs-Heleb-Ezaz ku ji 117 gundan pêk tê Recep Xelfan, der barê êrîşên çeteyan ên bi komkujiyên li Til Eran û Til Hasilê destpê kirin û hînê dewam dikin de, agahiyên girîng da. Xelfan da xuyakirin ku bi êrîşên bi komkujiya û koçberkirina zêdeyî 10 hezar mirovan dewam kirin, tê xwestin herêm bê Kurd bê hiştin û destnîşan kir ku êdî li herêmê mîna cerdevaniya li Tirkiyê, biçekkirina gundan bi zorê tê ferzkirin.
Xelfan ragihand ku ti gund nemane li êrîşî rast nehatine û anî ziman ku di demên dawî de diavêjin ser gundan û hewl didin bi zorê çekan bidin gundiyan. Xelfan diyar kir ku ya wan diêşîne pêşengiya hin komên noker ên Kurd ji bo van xebatên çeteyane û got, "Ji ber komkujiya li Til Eran û Til Hasilê, hêza me ya çekdar, hêza parastina me, hêza em ya rastî ya şoreşger Eniya El Ekrad, ji bo gel hîn bêtir zerarê nebîne, bi awayekî taktîkî xwe vekişand. Çeteyan jî ev yek weke firsend bikar anî û êrîşên xwe zêde kir. Herî dawî êrîşî gundê mê yê bi navê Ehraz kirin ku xwedî nifûsa ji 5 hezar mirovan e. Cihê ku destpêkê êrîş kirin jî, mala min bû. Min li cihekî li derveyî gund, li wan temaşe dikir. Lewma ez neketim destê wan. Mal û tiştên di hundurê malê de talan kirin û niha jî ji xwe re kirine navend."
Xelfan da xuyakirin ku komên çete ti nirxand nas nake û êrîşî hemû nirxên pîroz ên mirovan dikin û got, "li herêmê, li dîwarên malên me hemûyan, wêneyekî xizmê me, xwişk, birayên me, kur û çeka me yên şehîd ketine, daliqandîn e. Ev mirovên ji ol, îman û exlaqê dûr, dema ji bo talan û diziyê ketin malên me, destpêkê êrîşî wan wêneyên ji bo me pîrozin kirin. Wêneyên çarçovekirî şikandin û binpê kirin. Yên bi çarçove jî, çirandin. Mirovên tiştê weha dikin, ti carî nabin misliman. Ji ber ku di mislimantiyê de, ji pîrozmendiyên mirovan re hurmetdarî tê ferzkirin."
Xelfan diyar kir ku komên çete di rojên dawî de êrîşî gundên Kahar Qelbîn, Til Battal, Naman, Hedes, Sosinbak, Til Circê, Birc, Kaîbe, Xirêbe, Billixa û Sibîran ên Babê kirine û zorê li gundiyan dikin ku çekê hilgirin û got, "Li van gundan bi giştî 20 - 25 hezar Kurd dijîn. Çete bi pêşengiya komên noker ên bi navê Azadî, Selahattîn, Komala, Suxur Efrîn, Eniya Kurd a Îslamî diavêjin ser van gundan. Ev komên noker, sîxuriyê dikin. Bi îftirayên, filan kes PYD'yî ye, ev welatparêze, ev PKK'yî ye, gundiyan bi komên çete yên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Şam-Iraqê didin girtin. Mîna sîstema cerdevaniyê ya li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dimeşîne, ev komên çete jî dixwazin li van gundan li dijî hêzên YPG'ê bikar bîne û bi vê armancê bi zorê çekan didin destê gundiyan. Zexta 'divê hûn yekîneyên şer dikin ava bikin' li gundiyan dikin. Mirovên bi vê rastiyê hesiyan, di nava xwe de heyetek ava kirin û çûn Dadgeha Şerîatê ya Herêmê. Gilî kirin ku komên çete li wan zilmê dikin û bi zorê dixwazin çekê têxin destên wan. Gundiyan helwest nîşan dan ku eger bi zorê çetê bidin wan, ewê jî li dijî van koman serî rakin."
Xelfan anî ziman ku gundî piştî Dadgeha Şerîatê ya Herêmê çûne Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad û giliyê Eniya El Nûsra kirine û ji meclîsa leşkerî xwestin ku helwestê nîşan bide, lê belê ji ber ku meclîsa leşkerî hevkarên wan e, ji wan re gotine belê, lê ti helwest nîşan nedaye.
LI GUNDAN NÊÇIRA MIROVAN
Xelfan da xuyakirin ku li gundên Kurdan, komên çete bi pêşengiya hin kurdên noker ên ji wan re sîxuriyê dikin, derketine nêçira mirovan û got, "Bi pêvajoya şoreşê ya li Sûriyê re, ji bo têkbirina şoreşê gelek komên dizî, talan û revandina mirovan dikirin, derketin holê. Mirov ji bo xwe ji van çeteyan û êrîşên gengaz ên hêzên dewletê biparêzin rahiştin çekan. Her weha ji bo ewlekariya navxweyî jî saziyên mîn asayîşê ava kirin. Hin nokerên ji van çeteyan de sîxuriyê dikin, didin pêşiya çeteyan û mirovan yek bi yek didin girtin. Hin ji wan bi hinceta li nuqteyên kontrolê nobed girtin, hin ji wan bi hinceta endamê meclîsê ne, rêveber an jî endamê PYD'ê ne, digirin. Di berdêla berdana kesên girtî de, çekan dixwazin. Yên ku nikarin çekê bidin wan, di berdêla yek du milyon pereyî de, wan berdidin. Yên ku perê wan tinebe jî, nikarin bên berdan. Ev pêkanîna hovane ya veguheriye nêçira mirovan, bûye sedem ku bi hezaran mirovên me gundên xwe biterikînin. Hin ji wan li herêmê mane, lê tên lêgerîn. Ji ber van pêkanînan gundê me belav bû. Mirovên parçe parçe bûn. Ji ber vê yekê em nikarin zelal bikin ku mirovên me yên hatine kuştin, çend e. Lê em dizanin ku bi dehan ji wan hatine kuştin."
BI SEDAN KES DÎL HATINE GIRTIN
Xelfan der barê gundên di bin êrîş û hedefa komên çeteyan de ne agahî da. Ji Gundên wekê Kul Suruç, Tel Madik, Kisar, Tuveys, Cibil As, Cib, Kubeysin, Naman, Kahar Qalbin, Hedes yê girêdayê mintikaya Tel Aran, Tel Hasil, Kefer Zigir, Ehraz, Nêrebiyê, Sed Şehaba ye bi sedan ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin. Xelfan wihagot: “Ji Tel Aran û Tel Hasil nêzî 400 kesî dîl hatin girtin. Ji gundên Kefer Zîgîr, Nêrebiyê jî 300 kes dîl hatin girtin. Ji Erhazê jî wek em dizanin 2 kes dîl hatine girtin. Ji gundê Sed Şehaba jî 30 kes dîl hatin girtin. Ji gundên din çend kes dîl hatine girtin em niznain. Lê em ji gelek kesî agahiyê nagirin. Ev kes jî ya hatine qetilkirin û yan jî dîl hatine girtin. Her wiha hêj ji bo ku welatiyên me dîl bigirin, li pey wan nin. Ji ber ku di lîsteyên amadekirine de navê wan hene. Em nizanin ku welatiyên me yên dîl tên girtin li ku de û çi pê dikin. Ligel vê em niznain ku kesên tên berdan hene an na. Ji ber ku hêj pirsgirêkên ragîhandin û têkilî danînê hene. Di nava çend rojan de ancax em dikarin bi kesekî re têkiliyê daynin. Lê ew jî diyar dikin ku ji geşedanan agahiya wan nîne. Niha rewşeke wisa trajîk heye ku. Lê mixabin hêj mirov bi vê komkujî, zilm û trajediya me bawer nakin. Ya ku zê de me diêşîne, ji êrîşên çeteyan wêdetir, nêzîkatiya van ne.
5 MÎLYON FÎDYE DIXWAZIN
Xelfan da zanîn ku beriya êrîş destpê bikin, hinek kes ji aliyê komên çekdar ve dîl hatine girtin û wiha got: “Komên çeteyan ji bo kesê di destê wan de berdin, ji malbatan fîdye xwestin. Yek ji van kesên dîl hatine girtin endamê Meclisa Daîmî ya Rojava ji gundê Kefer Zîgîr, Muhammed Osman Cumo bûn. Ev hevalê me du meh berê bi şev di serdegirtina mala wî de girtin û çûn. Ji wê rojê û şûnde me agahiyek jê negirt. Piştî dîl hat girtin, hefteyekê şûnde çete diçin malbata wî û 5 mîlyon ji malbata wî dixwazin. Ji malbatê re gotibûn ku 5 mîlyonî bidin dê Cumo berdin. Yanî ji malbata Cumo fîdye xwestin. Malbata wî gelo dê evqas pereji ku derê bîne. Ji ber ku pere nedîtine Cumo hêj di destê wan de ye. Lê nayê zanîn ku ka dijî an na.
Xelfan der barê nifûsa kurd û demografiya herêmê de agahî dan û diyar kir ku di sêgoşeya Cerablus-Azaz-Halebê de nêzî 117 gundê gund û 220 hezar kurd dijîn. Li hinek gundan bi giştî kurd dijîn û li hinekan jî kurd û ereb, li hinekan jî kurd, ereb, tirkmen û avşar dijîn. Xelfan da zanîn ku li gel welatiyên kurd yên li herêmê dijîn, gelên din jî din jî di bin tehdîda mirinê de ne.