Li Şêladiz û Biradostê xebatên hilbijartinê yên PÇDK tên astengkirin

Li Şêladiz û Biradostê xebatên hilbijartinê yên PÇDK tên astengkirin

Li bajarokê Şêladiza girêdayî herêma Behdînanê poster û alên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê  PÇDK’ê yên ku ji bo bangawaziya hilbijartinê hatine daliqandin têne jêkirin û qetandin. Li herêma Biradostê jî zext li gel tê kirin ku ji bo buroya hilbijartinê cih nedin PÇDK'ê.

Yek ji rayedarê PÇDK'ê yê ji xebatên hilbijartinê berpirsyar Îbrahîm Oremarî  da xuyakirin ku li bajarokê Şêladizê yê ser bi herêma Behdînanê, poster, al û wêneyên hilbijartinê yên lîsteya PÇDK'ê tên jêkirin û alîgirên wan rastî pirsgirêkan tên.

Oremarî got, “Ev karê hêzên deshilatdar e. Dixwazin bi şêweyeke reşkirinê û bê exlaqiyane xebatên hilbijartinê yên partiya me asteng bikin.”

Li herêma Biradostê jî, derket holê ku hêzên ewlekariyê zextê li şêniyên herêmê dikin ku cih nedin PÇDK'ê ji bo buroya hilbijartinê veke.

Der barê van bûyeran de yek ji berpirsê karên hilbijartinê yê PÇDK'ê Ehmed Bekir Baleyî diyar kir ku, wan li navçeya Sîdekan xwestine navendeke hilbijartinan vekin, lê destûr ji bo vê yekê nehat dayîn. 

Baleyî got, "Me biryar girtiye konek vedin ji bo wekî navenda hilbijartinan bi kar bînin, lê ji ber ku Şaredariya navçeyê girêdayî partiyên siyasî ne û ne serbixwene, heya niha der barê vedana kon de de bersiveke erênî nedane me."