Li Sêmalka drama mirovahiyê
Li Sêmalka drama mirovahiyê
Li Sêmalka drama mirovahiyê
Bi hezaran kesên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê herikîn deriyê sînor ê Sêmalka, ku heta demeke dirêj li derbasbûna penaberan girtî bû, ji pira seyyar a li ser Çemê Dîcleyê dest bi derbasbûna Herêma Kurdistana Federal kirin.
Hat hînbûn ku di nava 4 rojên dawî de 17 hezar kes ji deriyê sînor derbas bûne û li kampên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yên li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê hatine bicihkirin.
Bi hezaran kesên ji şerê navxweyî yê li Sûriyê beriya çend hefteyan ji Heleb, Reqqa, Hûmûs û Hesekê reviyan Rojavayê Kurdistanê û li vê derê bi derfetên Konseya Bilind a Kurd û TEV-DEM'ê demeke dirêj li dibistanan hatin bicihkirin û pêdiviyên wan hatin tedarikkirin, derbasî Herêma Kurdistana Federal dibin.
Bi hezaran penaberên Kurd û Ereb ên bi hefteyane li bajarên Qamişlo, Dêrik û Tirbêspiyê yên Rojava diman, piştî bihîstin deriyê sînor vebûye, berî 4 rojan hatin Sêmalka.
Hikûmeta Kurdistana Federal ku beriya niha deriyên xwe yên sînor li penaberan girtibû, li ser nerazîbûna raya giştî ya Kurd deriyên sînor vekir û penaberên derbasî herêma wan bûn, li kampên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bicih kirin. Koça penaberan a roja Pêncşemê destpê kir, dewam dike. Hat hînbûn heta niha 17 hezar penaber derbasî Herêma Kurdistana Federal bûne.
Penaberên em li be deriyê sînor ê Sêmalka pê re hevdîtinê dikin dibêjin, ew bi hefteyan li dibistan û erdê Rojava di bin konan de diman û gotin, "Gotin deriyê sînor vekiriye. Lê her roj dema em tên ber deriyê sînor, em dibînin ku ev ne rast e. Herî dawî roja Pêncşemê piştî ku bi hezaran kes herikîn ser pira seyyar neçar man derî vekin."
Hat ragihandin ku di dema derbasbûnê de penaber li gelek cihan rastî tundiya pêşmergeyan hatine, dest danîne ser nasnameyên wan û belgeyeke demî ya Neteweyên Yekbûyî dane wan.
Balkêşe ku li Pişxabûrê, hin polîsan kincê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li xwe kirine.
Piştî rawestandina demekê penaber, li kampên li 3 bajarên cûda yên ji aliyê hikûmet û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine avakirin, hatin veguhestin.
Wezîfedarekî NY yê nexwest navê xwe eşkere bike li vê derê ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ew 4 roj in li vir in û hewl didin ji bo penaberan wesaîtan peyda bikin.
Wezîfedar ragihand ku piraniya alîkarî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê dayîn û got, "Niha li 3 bajarên cûda ji bo penaberan kamp tên avakirin. Bi tenê li kampa Domis a Duhokê 108 hezar penaber hene. Di nava 3 rojan de nêzî 17 hezar kes derbas bûn. Em hînê nizanin ka çiqas kes wê werin."
Li ser nûçeya derew a Rûdawê ku îdîa kiribû deriyê sînor ê Sêmalka ne girtiye û ev propaganda PYD'ê ye, bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê roja Pêncşemê herikîbûn ser sînor, lê nehatibûn qebûlkirin.
Ji ber îzdihama li ser pira seyar û rewşa girtî ya deriyê sînor, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî neçar mabûn deriyê Sêmalka vekin.