Li Şemrexê 58 CHP'î derbasî BDP'ê bûn
Li Şemrexê 58 CHP'î derbasî BDP'ê bûn
Li Şemrexê 58 CHP'î derbasî BDP'ê bûn
Serokê Rêxistina CHP'ê yê Şemrexê Lokman Angay û rêveberên CHP'ê jî di nav de 58 endamên CHP'ê derbasî BDP'ê bûn.
Rojên borî Serokê CHP'ê yê Şemrexê Lokman Angay û rêveberên CHP'ê jî di nav de 58 endamên CHP'ê îstîfa kiribûn. 58 endam û rêveberên CHP'ê îro bi merasimekê derbasî BDP'ê bûn. Merasîm li avahiya BDP'ê pêk hat. Di merasîmê de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, endam û rêveberên BDP'ê yên Mêrdîn, Şemrex amade bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku kurd çiqas di nava xwe de xurt û yek bin ewqas tifaqa wan û heza wan jî yek e û dê sînoran jî bê wate bihêlin. Divê em li dijî partî û rêxistinên AKP, CHP, MHP, Fethullah Gulen û hêzên DYE'ê bêtir xwe bikin yek. Em çiqasî hêza xwe xurt bikin em dê wan lawaz bikin. "
Kaymaz, anî ziman ku dê di 7'ê Mijdarê de ji bo dîwarê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo şermezar bikin bang li her kesî kir ku tev li vê meşê bibin.
Serokê berê yê CHP'a Şemrexê ku derbasî BDP'ê bû Lokman Angay jî anî ziman ku ji ber siyaseta qirêj a CHP'ê îstifa kirin û bang li her kesî kir ku li partiya xwe BDP'ê vegerin.
Berê jî rêveberiya CHP'ê ya Midyatê û serokê rêxistina CHP'ê yê Midyatê Zeyni Mete jî di navde 380 kesan biryar girtibûn ku derbasî BDP'ê bibin.