Li Şemrexê gora komî ya 3 gêrîlayên PKK'ê hate dîtin

Li Şemrexê gora komî ya 3 gêrîlayên PKK'ê hate dîtin

Li Gundê Çemê Reşan yê navçeya Şemrexa Mêrdînê gora komî ya aydî 3 gêrîlayên PKK'ê hat dîtin. Hat zanin ku, hestiyê 3 kesan aydî gêrîlayê PKK'ê yên di sala 1993'an de hatine înfazkirin in.

Gorên komî yên li Tirkiyeyê yek bi yek derdikeve holê. Li gor3i rapor û lêkolîna Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyeyê li 20 herêmên cûda 253 gorên komî yên aydî 3 hezar û 248 kesan hene. Heta niha ji 253 gorên komî 29 gorên komî hatin vekirin û hestiyê 190 kesan derket holê. Gelek gorên komî yên hatin vekirin jî bê encam man. Di gelek kolandinan de hestî derdikevin û welatiyên ku rastî hestiyan tên serî li Komeleya Mafê Mirovan didin.

Niha jî li Gundê Çemê Reşan ê Navçeya Şemrexa Mêrdînê gora komî ya aydî 3 kesan hat dîtin. Hat zanîn ku gora komî aydî 3 gêrîlayên PKK'ê yên di sala 1993'an de hatin înfazkirine. Hat zanîn ku, di sala 1993'an de li bejahiya Gundê Çemê Rexan li ser îxbarekê endamên JÊTEM'ê û cendevanê Gundê Zangirtê li dijî 3 gêrîlayên PKK'ê operasyon pêk anîn û piştî gêrîlayên PKK'ê înfaz kirin bi komî defin kirin.

Welatiyên Gundê Çemê Reşan anîn ziman ku, kesên jiyana xweji dest dan Gêrîlayên PKK'ê yê bi kod navê Îshak ku ji Amedê, kesê bi kodê Savaş ê ji Wanê û kesê bi kodê Şahin ê ji Qosera Mêrdînê ne. Welatiyan diyar kir ku, wan xwest li cenazeyên 3 gêrîlayên PKK'ê xwedî derkevin, lê endamê JÎTEM'ê Çetîn û cerdevanên Zangirtê ew asteng kirine.

3 CENAZE LI TENIŞTA ÇEMÊ REŞAN DEFIN KIRIN

Gora komî ya 3 gêrîlayên PKK'ê li tenişta Çemê Reşan di nava dar û beran de hat dîtin. Welatiyên Gundê Reşan destpêkê bi destan û pişt re bi bêran gora komî kola. Piştî kolandinê hestiyê aydî 3 gêrîlayên PKK'ê û cilên wan derketin holê. Welatiyên gund diyar kirin ku, di kolandinê de  hestiyên derketin aydî mirovan in.