Li Semsûrê qezaya trafîkê: 10 mirî
Li Semsûrê qezaya trafîkê: 10 mirî
Li Semsûrê qezaya trafîkê: 10 mirî
Di qezaya trafîkê ya li Semsûrê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Serê sibehê li navçeya Sergolê ya Semsûrê di encama TIR û mînîbusek li hev qelibîn, 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Di qezaya nêzî gundê Azapliyê rû da, 5 kes jî birîndar bûn.
Birîndarên ku di mînîbusê de asê man ji aliyê yekîneyên rizgarkirinê ve hatin derxistin û rakirin Nexweşxaneya Necîp Fazil ya Mereşê. Cesedên ku di mînîbusa bûyî xurde de, di encama xebatek zehmet de hatin derxistin û ji bo morgê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pazarcixê.