Li Şemzînan liv û tevgera leşkerî 5 roje berdewam dike
Li Şemzînan liv û tevgera leşkerî 5 roje berdewam dike
Li Şemzînan liv û tevgera leşkerî 5 roje berdewam dike
Li Navçeya Şemzînanê 5 rojin liv û tevgera leşkerî berdewam dike. Li aliyê din baragehên leşkerî jî li ser sînor tên avakirin.
Li sêgoşeya Îran, Colemerg û Herêma Federal a Kurdistanê 5 rojin bê navber liv û tevgera leşkerî bi piştgiriya hewayî didome. Bê navber li ser sînor leşker tên sewqkirin. Li herema gundê Qelaşk, Gelêşimê û Xakurk 5 rojin bi alîkariya helîkopterên Skorsky sewqîyata leşkerî tê kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî gelek leşkerên girêdayî Tabûra Piyade ya Garê derketin operasyonê. Leşkerên Tabûra Garê yên derketin operasyonê li nava sînorên Tanyolu, Mezargedigî, Gediktepe, Çiyayê Çimenê û Xakurkê li çoltara Rûbarê Serqem, Bereqeşqe, Tatesilan, Çiyayequre Mizgewtan bi piştgiriya helîkopterên kobra 5 roijn operasyonan berdewam dikin. Li nêzî Rûbare Serqemê, Garê û Gelêşimê leşker li zozanê Meydanûkê di nava tevgerê dene. Leşkerên ku li Zozanê Meydanûkê derketine operasyonê destûr nadin ku welatî sewalên xwe derxin çêrê. Leşker nahêlin welatî biçin nava zevî û baxên xwe. Welatiyên gundê herêmê diyar kirin ku leşker destûr nadin welatî biçin zozan û welatiyên pezê xwe dibin çêrê jî rastî kontrola nasnameyê û lêgerîna leşkeran tên. Welatiyan anîn ziman ji ber lêgerîn û kontrola leşkeran nikarin biçin zozanê xwe. Welatiyan anîn ziman ku 5 rojin sewqiyata leşkerî tê kirin û nikarin biçin nava zozanên xwe. Welatiyan da zanîn ku leşkeran diyar kirine ku dê heta 20 rojên din li herêmê bin. Li herêmê bê navber balafirên bê mirov (İHA) digerin û keşîfê dikin. Hat zanin ku TIR bê navber ji bo leşkerên ser sînor konteynerên prafabrîk dikişîne ser sînor û ji bo wan baragehan amade dikin.
Di pêvajoya "Çareseriya Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de li herêma Şemzînanê gelek qereqol hatin avakirin. Li aliyê din lêkirin û avakirina van qereqolan berrdewam dike.