Li Şemzînanê 3 zarok hatin binçavkirin

Li Şemzînanê 3 zarok hatin binçavkirin

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî çalakiyên şermezarkirina kuştina 2 kesên li Geverê bûyer derketin. Di bûyeran de 3 zarok hatin binçavkirin. 

Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê komek ciwanên li hev kom bûn, kuştina Mehmet Reşit Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên di 6'ê kanûnê de li Geverê ji aliyê polisan ve hatin kuştin û birîndarkirina Bêmal Topçu şermezar kirin. Koma ciwanên ku rê li trafîkê girtin rasti mudaxaleya polîsan hatin. Koma ciwanên ku li tenişta dibistana Yavuz Sultan Selim barîkat danîn, rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit û bombeyên gazê hat. Di mudaxaleyê de ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da. Piştî bûyerê 3 zarok hatin binçavkirin. Zarokên hatin binçavkirin birin Midûriuyeta Polîsan a Şemzînanê.