Li Şemzînanê di înşaata ‘Kalekol’ê de teqîn

Li Şemzînanê di înşaata ‘Kalekol’ê de teqîn

Di înşaata qereqola ku li ser sinorê Başûrê Kurdistanê dikeve navçeya Şemzînana Colemêrgê teqînê rû da.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di înşaata qereqola ku di ketina Gundê Yeşîlova ê ser sinorê Başûrê Kurdistanê ku 70 kîlometre dûrî navçeya Şemzînanê ye teqînekê rû da.

Teqemeniya ku di înşaata bişeklê ‘kalekol’ ku sala borî dest bi çêkirina wê hatibû kirin, hatiye bicih kirin û şeva din hatiye teqandin. Hate hînbûn ku, di teqînê de mîksera betonê û hinek melzemeyên înşaatê zirar dîtine.