Li Şemzînanê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn

Li Şemzînanê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn

Li Şemzînanê qetilkirina 2 welatiyên li Geverê ku hat şermezarkirin di navbera ciwan û polîsan de pevçûn didomin.
Li navçeya Şemzînan a Colemergê çalakiyên şermezarkirinê yên qetilkirina Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr dewam dikin. Li navçeyê ku îro dikan nehatin vekirin, ciwan li ber amadeyiya Şemzînan û Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultan Selîm kom bûn, rê li çûnûhatinê girtin û bend danîn ser rêyan.
Polîsan bi ava şid, gaza îsotan û gulleyên plastîk ku mudaxeleyî ciwanan kirin, ciwanan jî bi molotofkokteyl, kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Pevçûnên li navçeyê dewam dikin.