Li Şemzînanê Heron digerin

Li Şemzînanê Heron digerin

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê ev hefteyeke liv û tevgera leşkerî pir tê jiyan kirin. Heron ji demjimêrên şevê heya niha li ser xeta sînor digere.

Hefteyeke li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê hem ji bejahiyê û hem jî li hewayê liv û tevgera leşkerî didome. Her wiha leşker li ser xetên sînor jî tên bicih kirin. hema her roj veguhestina leşker û melzemeyên leşkerî çêdibin. Helîkopterên ku ji Gever û Şemzînanê radibin li herêmê digerin.

Li aliyê din jî Heronên ku ji demjimêrên şevê ve li ser sînor digerin heya niha jî didome. Hate dîtin ku, Heron ji şevê din ve li ser bajarokê Rûbarok yê girêdayî navçeya Şemzînanê yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye heya sibehê digeriya.