Li Şemzînanê li dijî polîsan molotof û bombeyên deng
Li Şemzînanê li dijî polîsan molotof û bombeyên deng
Li Şemzînanê li dijî polîsan molotof û bombeyên deng
Li Şemzînanê komek ciwan molotofkokteyl û bombeyên deng avêtin polîsên di ketina navçeyê de kontrola nasnameyan dikirin.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê komek ciwan ê tê diyarkirin ku YDG-H’yî ne, êrîşên nîjadperest ên di rojên dawî de li metropolan li hember Kurdan zêde dibin şermezar kirin. Ciwanên bi bombeyên deng û molotofkokteylan êrîşî polîsan kirin, rastî mudaxeleya bi bombeyên gazê yên polîsan hatin. Ji bombeyên gazê şêniyên derdorê jî bandor bûn. Her wiha hat ragihandin ku li hember maleke ku nehat zanîn a kê ye bombeya deng hatiye avêtin.
Piştî bombeyên deng û molotofkokteylan polîs vekişiyan Midûriyeta Emniyetê. Piştî demekê tîmên taybet ketin navenda bajêr, ketin û derketina tax û kolanan dorpêç kirin.