Li Şemzînanê liv û tevgera helîkopteran
Li Şemzînanê liv û tevgera helîkopteran
Li Şemzînanê liv û tevgera helîkopteran
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê liv û tevger hewayî di demjimêrên sibê de dest pê kiribû û tevgera hewayî berdewam dike. Hate ragihandin ku bi helîkopteran ji sînor re yekîneyên leşkeran û amûrên leşkerî birin.
Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi navçeya Şemzînanê ve gelek helîkopteran leşker û amûrên leşkerî birin bajaroka Rûbarokê. Helîkopterên ji navenda navçeyê hatin 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor û 3'yemîn Tabûra Komandoyê piştî leşker û amûrên leşkeriyê hilgirtin ber bi Rûbarokê ve çûn. Hate ragihandin ku, leşker li Navberojan hatin bicihkirin. Tevgera hewayî li navçeyê berdewam dike.