Li Şemzînanê liv û tevgera helikopteran zêde dibe

Li Şemzînanê liv û tevgera helikopteran zêde dibe

 Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê liv û tevgera helikopteran zêde bû. Hat zanîn ku Helikopter li seranseri sînor sevqîyata malzemeyên leşkerî dike û leşkeran dibe û tîne.

Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Hat diyar kirin ku ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Hidutê û 3'emîn Tabûra Fermandariya Çiyê leşker bi helikopteran birin qereqolên sînor. Helikopteran, leşker birin qereqolên sînor ên Gevriya Zîne, Girê Xaranê û Binsûriyê.

Li aliyêdin hat zanîn ku helîkopteran leşker û malzemeyên leşkerî û lojîstîk sewqî 2'emîn Tabûra Motorlu Piyade, Qereqola Gıranê û Kevirê hidût ê 1050'an ên Girêdayî Rûbarokê û Qereqolên Navberojan, Girê Getinê.

Liv û tevgera helîkopteran a li herêmê didome.