Li Şemzînanê liv û tevgera leşkerî
Li Şemzînanê liv û tevgera leşkerî
Li Şemzînanê liv û tevgera leşkerî
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di saetên sibê de tevgera helîkopteran û balafirên bê mirov dest pê kir, zêde bû.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevgera leşkerî bê navber berdewam e. Di saetên sibê de ji navçeya Geverê gelek helîkopter veguhestin navçeya Şemzînanê.
Karwanê leşkeran veguhestin 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor û 3'yemîn Tabura Komando ya Taktîk a Çiya.
Helîkopterên li vir lojîstîk û yekîneyên taybet hilgirtin carek din rabûn û ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve çûn. Hat ragihandin ku helîkopteran yekîneyên taybet ji Rûbarok, Navberûjan, Bêsosin, Sungutepe û Bînsûrê re birin.
Ligel tevgera leşkerî li sînorên navçeyê jî şev û roj Balafirên Bê Mirov keşfê dikin.