Li Şemzînanê operasyon
Li Şemzînanê operasyon
Li Şemzînanê operasyon
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk duh bi piştgiriya kobrayan li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê derketiye operasyonê. HPG'ê ragihandin ku hejmara leşkerên li qereqola Kilik a Kerboranê jî hatiye zêdekirin û li herêmê cerdevan jî tev li kemînan dibin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê liv û tevgera leşkerî ya li Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin ku bi piştgiriya helîkopterên kobra duh li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê operasyonekê destpê kiriye û ev agahî hat dayîn: "Roja 30'ê Îlonê saet di 04:00 de li derdora gundê Gelîşîm ê ser bi Şemzînanê, 150 leşkerên ser bi artêşa TC a dagirker li qadên Bogaza Tehta Sila û Tepê Kanalan, li gel piştgiriya helîkopterên kobra derketine operasyonê û nîvro xwe ji herêmê vekişandine."
Di daxuyaniyê de der barê kemîn û veguhastina leşkerî ya li navçeya Mêrdîn Kerboranê de jî agahî hatin dayîn.
"Di navbera 29'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de li qadên Berizivê, Germaro, Deraca û Miştê yên ser bi navçeya Mêrdîn Kerboranê, bi piştgiriya cerdevanan kemînên artêşa TC a dagiker dewam dikin. Dîsa, cerdevanên ji gundê Kerbend û Girê jî tev li van kemînan dibin. Her wiha bi maşînên zirxî artêşa Tirk leşker veguhast qereqola Kilikê."