Li Şemzînanê operasyon, li Çelê zerardayîna daristanê
Li Şemzînanê operasyon, li Çelê zerardayîna daristanê
Li Şemzînanê operasyon, li Çelê zerardayîna daristanê
Hat ragihandin, artêşa Tirk li bejahiya Şemzînanê derket operasyonê û li Çelê jî zerar da qada daristanî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, artêşa Tirk ji duh êvarê ve li navçeya Colemêrg Şemzînanê derketiye operasyonê.
Hat ragihandin, operasyona bi 4 maşînên zirxî destpê kir saet di navbera 16.00-18.00 de li qada Girê Silort a ser bi Gerdiya Şemzînanê hatiye meşandin.
Wekî din, leşkerên Tirk li bejahiya navçeya Çelê jî dest avêt qadên daristanî.
Li gorî agahiyên, artêşa Tirk darên li qada Geliyê Feqîra biriye û beşeke mezin a daristanê xerar kiriye.