Li Şemzînanê operasyon, li Zapê topbaran
Li Şemzînanê operasyon, li Zapê topbaran
Li Şemzînanê operasyon, li Zapê topbaran
HPG’ê ragihand ku, vê sibehê li Şemzînanê operasyona hatiye destpêkirin. Her wiha herêma Zape ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bi obîs û hawana hatine bombebaran kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR)’ê daxuyaniyek nivîskî da û da diyarkirin ku, 14’ê Adarê li derdora demjimêrên serê sibehê 05.00-06.00’an li derdora gundê Nehrê û Derya yên girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê artêşa Tirk operasyona daye destpêkirin.
HPG’ê aşkera kir ku, “Roja 13’ê Adarê di navbera demjimêrên 16.00-18.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di nava sînorên herêma Zapê de, herêma Şehîd Karwan ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obîsan hatiye bombebaran kirin.”