Li Şemzînanê tevgera hewayî

Li Şemzînanê tevgera hewayî

Hat ragihandin ku balafirên şer ên F-16  bi awayekî zêde li asîmanê Şemzînanê geriyan.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji piştî nîvro ve tevgera hewayî ya balafirên şer heye. Balafirên şer ên F-16 ku ji aliyê Geverê ve hatin li ser asîmanê Şemzînanê firiyan û ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn. Hat ragihandin ku balafirên şer ji Avaşîn, Basyan, Çarçela, Baklaya û Xakurke ber bi Arê, Kanî Reş re firiyan. Der barê bombebaran çêbûye yan na de tu agahî nehatin wergirtin

Ligel  vê hat ragihandin ku di sêgoşeya Şepeta û Zerîn a di veqetîna rêya bajarokê Robarûkê de ji bo Qereqola Gelîşen nuqteyên nû yên kontrolê û ji bo nîzamiya leşkerî çeper tên çêkirin.