Li Şemzînanê veguhestina leşkerî
Li Şemzînanê veguhestina leşkerî
Li Şemzînanê veguhestina leşkerî
Li
navçeya Geverê gelek leşker vediguhêzin navçeya Şemzînanê.
Gelek maşîneyên zirxî yên leşkerî serê sibê ji Geverê ber bi navçeya Şemzînanê
ya Colemêrgê hatin veguhestin.
Hate dîtin ku gelek maşîneyên mezin alavên lojîstîk
û erzaq bi tevlîbûna maşînên zirxî dişînin sînorê Herêma Federal a Kurdisatnê.
Gelek maşîneyên zirxî ji 21'emîn Fermandariya Tumen a Hidûd a Geverê bi
karwanekî mezin ber bi navçeya Şemzînanê ve çûn. Karwana maşîneyên leşkerî ku
di nava navçeya Geverê re derbas bûn bi cîhazên frekansê belav dikin Jammer hatin
parastin.
Hat zanîn ku leşkerên veguhestin herêmê li seranserî sînor tên bicihkirin.