Li Şengalê 4 çete hatin kuştin

Li Şengalê 4 çete hatin kuştin

Li Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) li dijî çeteyan çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin. Li herêma Kizilkent a girêdayî Şengalê jî di navbera gerîlayên HPG û çeteyan de şer derketiye û dewam dike.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) der barê şer û pevçûnên li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê Yekîneyên Berxwedana Şengal di navbera herêma Şengal û Solak de li hemberî qadeke di kontrola çeteyên DAIŞ de çalakiyeke bi çekên giran û ferdî pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HPG anî ziman ku li herêma Kizilkent a Şengalê jî di navbera gerîlayên HPG û çeteyan de şer derketiye û şer dewam dike.