Li Şengalê çalakiya sabotajê
Li Şengalê çalakiya sabotajê
Li Şengalê çalakiya sabotajê
Li Şengalê dema karwanekî aîdî çeteyan derbas dibû rastî çalakiyeke hevpar a hêzên gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengal hat, di çalakiyê de gelek çete hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) a daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir 10’ê Îlonê saet 21.00’an di ketina gundê Gabara yê girêdayî Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ gerîla û YBŞ’ê çalakiyeke sabotajê ya hevpar li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wesayîteke aîdî çeteyên DAIŞ bi temamî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên gerîla û çeteyan de şerek demkurt rû daye û di çalakiyê de jî gelek çete hatine kuştin.