Li Şengalê çalakiyên gerîla: 4 çete hatin kuştin

Li Şengalê çalakiyên gerîla: 4 çete hatin kuştin

Li Şengalê di du çalakiyên cuda yên ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve li hemberî çeteyên DAIŞ pêk hatin 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand ku li Şengalê gerîlayên HPG’ê li hemberî çeteyên DAIŞ du çalakiyên cuda pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê NÇR-HPG’ê ve hat dayîn gerîlayan 24’ê Îlonê saet 14.00’an de li gundê Gabare yê girêdayî Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

NÇR-HPG’ê diyar kir ku heman rojê saet 20.15’an gerîlayan di navbera Mûsil û Şengalê de karwanekî aîdî çeteyan xistin kemînê. Karwanê bi çekên ferdî û giran de 3 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.