Li Şengalê çalakiyên YBŞ'ê: 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakiyên YBŞ'ê: 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakiyên YBŞ'ê: 2 çete hatin kuştin
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku gerîlayên HPG'ê jî di nav de ne û parastina Şengalê dikin, çalakiyên xwe dewam dikin. Hêzên YBŞ'ê duh 2 çalakiyên sûîkastê lidar xistin û êrîşeke çeteyan a li hemberî gundekî Xanesorê pûç kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şerê li Şengalê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de agahî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku duh (9'ê Îlonê) li herêman Kizilkent a ser bi Şengalê şer derketiye û ev agahî hat dayîn:
"Roja 9'ê Îlonê li herêma Kizilkent a ser bi Şengalê, di navbera gerîlayên me û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di şerê li vê derê de hêzên YBŞ'ê li hemberî çeteyan 2 çalakiyên sûîkastê lidar xistin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin. Her wiha wesayîteke çeteyan a doçka li ser bû, li gel çeteyên tê de, bi temamî hat îmhakirin. Hejmara çeteyên li vir hatine kuştin, nehatiye zelalkirin."
HPG'ê her wiha ragihand ku roja 9'ê Îlonê çteyan êrîşî gundê Kerik ê Xanesorê kirine û mayîn li ser rêya gund bicihkirine. Hat diyarkirin ku gerîlayên HPG'ê li dijî van çeteyan çalakiyek lidar xistine.
Li gorî vê yekê, hêzên gerîla duh saet di navbera 11:00-12:00 de di çalakiyekê de wesayîtek çeteyan a doçka li ser bû texrîp kirine û 5 çete birîndar bûne. Mayinên li ser rêya gund hatin bicihkirin jî ji aliyê hêzên gerîla ve hatin rakirin û rê hat paqijkirin.