Li Şengalê dayîk û 3 zarokên wê hatin qetilkirin

Li Şengalê dayîk û 3 zarokên wê hatin qetilkirin

Li gundê Til Qeseba Kevin ya ser bi Şengalê ve hinek kesên nasnameya wan nediyar dayîka binavê Sosin bikêrê qetilkirinû serê sê zarokên wê jî jê kirin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji herêmê girtî, li gundê Til Qeseba Kevin ya ser bi Şengala Başûrê Kurdistanê ve hinek kesên nasnameya wan nediyar, di ser malak ya Êzidî de girtin û dayîka binavê Sosin Cangîr Îdo bikêrê qetilkirin û serê zarokên wê ên binavê Rêkan Merwan Serhan (8), Merwa Merwan Serhan (6) û Hulya Merwan Serhan (10) jî jêkirin.